ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2020'Î 2020-11-14 09:00:52   * Ji Rêveberiya Bicihkirina Beşa Teknîkî ya Şaredariya Gel a Qamişloyê, Mizgîn Hesen têkildarî proje û amadekariyên şaredariyê yên ji bo zivistanê wiha got: "Ev mehek e me dest bi projeyên zivistanê kirine. Ji niha û heta 15 rojên din wê projeye bi dawî bibin. Em ê êdî dest bi projeyên sala 2021’an a ji bo demsala zivistanê bikin." DÎMEN HEYE   *Şêniyên Wanê li hemberî geşedanên siyasî yên li Herêma Federal a Kurdistanê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Li dijî geşedanên siyasî divê Mesûd Barzanî ji bo yekitiya neteweyî bikeve nav hewldanan. Divê li dijî polîtîkayên qirêj a li hemberî herêmê tifaqa kurdan pêk bê." BI DÎMEN    *Fatma Hesen a li Taxa Şêx Meqsûdê jina yekemîn e ku li daholê dide da zanîn ku ew bi çand û hunera xwe serbilind in û wiha got:"Dema ez li daholê didim hêz û baweriyek pir mezin di kesayeta min de çêdibe û ez bi çand û hunera xwe serbilind im."  DÎMEN HEYE   *Daneşîna 2'emîn a doza gûmanbarar  Feyzî Altundag (64) ê ku li Mahsertê gef li 2 zarokan xwarine û êrîşa zayendî li wan kiriye di 18’ê Mijdarê dê bê dîtin.   * Cemîle Kako ya ku di 23'yê Sibata 2015'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate revadin û bi rêya fîdyeyê ji çeteyan rizgar bû, niha bi gefên ku dewleta tirk  li ser herêmê dixwe, metirsiyên wê nû dibin. DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kirin ku ew xweparastinê tenê di warê parastina laş de nagirin dest û gotin ji bo ew hebûna xwe bidomînin xweparastin pêdiviyeke girîng e.    *Enes Ata (8) di sala 2006'an de li Amedê ji hêla polîsan ve hat kuştin û derbarê polîsên ku dihatin darizandin de biryara bereatê hatibû dayîn. Bavê Enes Selamettîn Ata derberê biryarê de bertekên xwe anî ziman û got: "14 sal li ser bûyerê derbas bû lê edalet pêk nehat. Êdi hêviya min ji edaletê nemaye." BI DÎMEN    *Selamet Yeşîlemen di pêvajoya qedexeya derketina derve de li Nisêbînê di hewşa mala xwe de hatibû qetil kirin. Di dosyaya Selametê de rexmê ku şahidên buyerê hene jî 5 sal in tu pêşketin tune ye. Parêzerê dozê diyar kir ku bi hinceta  gelek dem di ser dozê re derbaa bûye dosyayê bigire.     * Endama TAJE'yê ya bajaroka Sinune Delal Şengalî diyar kir ku bi hevpeymanê berjewendiyên Şengalê esas nayê girtin û endama Meclîsa Gel a Sinune Cane Sileman jî destnîşan kir ku kesên ku di fermanê de parastina Şengalê nekirin bila îro jî neyên.