PENa Kurd ji bo Roja Nivîskarên di Zindanan de bername li dar xist 2020-11-13 23:32:28   NAVENDA NÛÇEYAN-PENa Kurd bi munasebeta 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de bi rêya Zoomê bi beşdariya PENa Navneteweyî bername li dar xist.    PENa Navnetewî, di sala 1981’an de, li ser pêşniyaza Komîteya Nivîskarên di Zindanan de 15’ê sermawezê wek Roja Nivîskarên di Zindanan de, pejirand. PENa Navneteweyî ne tenê di vê rojê de, bê navber azadiya ramanê û mafên mirovan diparêze. Li ku derê neheqiyek li çalakgerên mafên mirovan, nivîskar, rewşenbîr, wergêr, rojnamevan û hunermendan hatibe kirin, piştgiriyê dide wan û bala raya giştî dikşîne ser wan.   Her sal, di vê rojê de, ji aliyê navendên PENa Navneteweyî de gelek çalakiyên cihêreng tên lidarxistin. Navenda PENa Kurd jî, wek yek ji navendên herî çalak ên PENa Navneteweyî û wek Navenda ku herî zêde endamên wê di nava xetereyan de ne û di zindanan de ne, her sal bi çalakiyên cuda hewl dide ku balê bikişîne ser rewşa nivîskar, rojnameger, weşanger, wergêr û hunermendên di zindanan de û piştgiriyê bide wan.    Îsal jî bi boneya vê rojê, Navenda PENa Kurd di 13’ê sermaweza 2020’an de paneleke navneteweyî li dar xist. Ji ber rewşa giştî ya pandemiya Covid-19’an ev bername bi awayekî ‘online’ hat çêkirin. Di serî de Seroka Giştî ya PENa Navneteweyî Jennifer Clement, Dîrektorê Giştî yê PENa Navneteweyî Carles Torner, cîgirên seroka giştî ya PENa Navneteweyî Lucina Kathmann û Eugene Schoulgin, Serokê Giştî yê Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Navneteweyî Salil Tripathi, Serokê Giştî yê Komîteya Aştiyê ya PENa Navneteweyî û PENa Fransayê Emmanuel Pierrat, Serokê Giştî yê Komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya PENa Navneteweyî û Serokê PENa Baskê Urtzi Urrutikoetxea, Seroka PENa San Miguelê Judyth Hill, Cîgirên Seroka PENa Alman Ralf Nestmeyer û Leander Sukov (Martin Timm), Serokê Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Holandê Froukje Santing, Seroka Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Fransayê Michéle Gautard, hwd gelek nûnerên navendên PENên cuda beşdarî vê çalakiya navneteweyî bûn.   Ligel mêvanên ji navendên PENên cuda, wek serperişt û mazûvana vê çalakiyê, ji Navenda PENa Kurd jî gelek kes beşdarî vê xebatê bûn. Ligel serokên rûmetê yên Navenda PENa Kurd Dr Zerdeşt Haco û Dr Bêrîvan Doskî, Hevserokê Navenda PENa Kurd Samî Tan, endamê Desteya Rêvebir a PENa Navneteweyî û endamê Navenda PENa Kurd Bûrhan Sonmez, endamên Navenda PENa Kurd ên ku ji girtîgehê derketine Zara Mohammadi, Gulgeş Deryaspî û Hemîd Dilbihar, endamên Komîteya Birêvebir a Giştî ya Navenda PENa Kurd û gelek endamên din beşdarî vê civîna navneteweyî bûn.   Nivîskarên Rojava jî ew ê beşdar biban lê belê ji ber pirsgirêkên teknîkî beşdar nebûn.    Berî bername dest pê bike vîdeoya nivîskarên di zindanan de ye û vîdeoya peyamên nivîskaran ên ji bo 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de dabûn hatin weşandin. Piştre Hevseroka PENa Navneteweyî Jennifer Clement axivî. Jennifer bal kişand ser zextên li ser Gelê Kurd û wiha got:”Ez tenê ji wêjeya Kurdî bi bandor nebûm. Di heman demê de dema min dît ku Seddam Helebçe bombebaran kir ez gelekî bi bandor bûm.”   ‘Têkoşîna netewa kurd hewleke piralî û dîrokî ye’   Piştre Mamosteya Zimanê Kurdî Zara Mohammedi ya ku bi 10 cezayê girtîgehê tê darizandin axivî. Zara wiha got:” Perwerdeya bi zimanê kurdî li Îranê bi awayekî sîstematîk hatiye piştguhxistin û li tevahiya binkeyên girîng yên Kurdistanê ji aliyê desthilatê ve bi awayê sîstematîk û armancdar hatine bêparkirin û di encamê de kurd tûşî bêdengî û serkutêbûne û her emrazeke xwe îfade kirinê li wan hatiye qedexe kirin.  Têkoşîna netewa kurd hewleke piralî û dîrokî ye. Ev têkoşîn ew ê heta dawiyê bidome.”   ‘Nivîskar dil, hiş, bext, giyan û zimanên civakê ne’   Piştre Nivîskar Hemîd Dilbihar ê ku 16 salan di girtîgehê de maye axivî. Nivîsa axaftina wî ya bi Îngilizî jî hat weşandin. Hemîd bal kişand ser zext û binpêkirina li zindanan û wiha got:” Nivîskarên di zindanê de jî weke hemû girtiyên din ên polîtîk li dijî vê rewşa derveyî zagonên xweza, jiyan, civak û mirovahiyê ji her milî ve li berxwe didin û têdikoşin. Bi taybetî jî,ji milê hest, raman û giyanî ve. Vê jî herî zêde bi xebat û hilberînên xwe yên niviskî nişan didin. Ango, nivîskarên di zindanan de di nava şert û mercên herî dojehî de jî bin, ligel berxwadana parastina nirxên xwe yên bingehîn di heman demê de heta dawiyê hewl didin ku binivîsin û berhemên nivîskî hilberînin. Jixwe, nivîsandin û hilberandina berheman di heman demê de ji bo wan cureyekî berxwedana parastina nirxên hebûn û xwebûnawan, parastina hest, raman, armanc û xeyal û jiyanawan e.   Nivîskar dil, hiş, bext, giyan û zimanên civakê ne. Cihê wan ne zindan e, cihê wan li ser seran û ser çavan e. Ji bo nivîskar û hemû dîlên polîtîk bijî serbestî û azadî!...”   ‘Li girtîgehê Zimanê Kurdî qedexe bû’   Piştî Hemîd Dilbihar, Nivîskar Gulgeş Deryaspî axivî û axaftina wê jî bi Îngilizî li ser ekranê hat weşandin. Gulgeşê jî bal kişand ser binpêkirina mafên li zindanan û wiha got:” Axaftina Zimanê Kurdî li zindnê qedexe bû. Bi aweyek ne fermî lê bergirtî (gardiyan) nediheştin em bi Kurdî biaxivin, ‘qedexe ye’ digotin. Jinek bi temenê xwe nêzikê şêst salî hebû, bi Tirkî nedizanî jê re jî digotin ‘Kurdî qedexe ye, Tirkî hîn bibe. Tevî hemû zext û zordestiyan dîsa jî me li berxwe didan. Em wekî nivîskar her li berxwe bidin.”   ‘Bila nivîskar demildest bên azadkirin’   Nivîskar Azad Zal jî diyar kir ku bi hezaran kes ji ber fikir û ramanên xwe di zindanê de ne ji vana nivîskar û rewşenbirên berheman diafirîn gelek in, hinek ji wan 28 sal 29 sal in di zindanê de ne û got em bikaribin bi xebatên xwe yên li derve dengê girtiyan derxin derve û ew jî demildest bên azadkirin.”   Herî dawî rapora nivîskarên Başûrê Kurdistanê hat xwendin û mêvanên PEN ên cuda nirxandin kirin. Ew ê encamnameya bernameyê di demeke kurt de bê parvekirin.