Platforma Mor Sarmaşîk ji jinên girtî re qert şandin 2020-11-13 16:36:32   STENBOL - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Platforma Mor Sarmaşik ji jinên girtî re qert şandin û gotin: "Çavkiniya tundiyê dewlet bi xwe ye û em ê li hemû qadên jiyanê li dijî tundiyê têbikoşin."   Platforma Mor Sarmaşik, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan, li PTT'ê ya Kadikoyê ji jinên girtî re qert şandin. Jin li pêş PTT'ê ya Kadikoyê kom bûn û li vir daxuyanî dan çapemeniyê.    Endama Platformê Roza Kahya, anî ziman ku ew mafê jinan diparêzin û dixwazin dengê jinên girtî belav bikin û wiha got: "Jinên ku gotin 'Em ê li her aliyê cîhanê ji tundiya mêr re bêjin raweste' hatin girtin Em ê jinên ku nikarin di 25'ê mijdare de dengê xwe bilind bikin dengê wan bilind bikin."    Endama Platformê Esra Uşudur jî anî ziman ku çavkaniya tundiyê dewlet e û wiha got: "Sedema girtin û tundiya li dijî jinê polîtîkayên dewletê ye. Hewl didin mafê ku me bi Peymana îstanbul bi dest xistiye ji destê me derxin. Jinên ku bi tundiya mêr û dewletê re rû bi rû dimînin dê li hemû qadên jiyanê li dijî vê yekê têbikoşin."    Piştî daxuyaniyê ji jinên girtî re qert şandin.