Ji bo her jina ku hatiye kuştin bafirokên binefşî hatin firandin 2020-11-13 15:48:39   MÊRDÎN - Çalakvanên TJA'yê di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de posterên jinên ku hatine qetilkirin bi balonên binefşî re firandin.   Çalekvanên Tevgera jinên Azad (TJA) yê di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê li taxa Tirafoyê çalakiya bafirokê li dar xistin. Ji bo her jinekî ku hatiye qetilkirin bafirokên binefşî û posterên jinên hatine qetilkirin hatin firandin.   Çalekvana TJA’yê Eylem Amak di çalakiyê de got em hemû hevalên xwe yên ku hatine qetilkirin, bi tacîz û tecawizê hatine bi bîr tînin. Eylem wiha berdewam kir: “Ji bo jinek din neyê qetilkirin, bi tacîz, tecawizê û şîdetê re rûbirû neyê em ê li qadan bin û em ê têbikoşin. Em jinên ku hatine kuştin ji bî nakin. Em ê hesabê bipirsin û em ê çalakiyên xwe bidomînin."    Jinan piştî axaftinan dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî" û "Em xwe Diparêzin” de bafirokan firandin.