Zarokên Amûdê: Komkujiya Amûdê sûcek bi êş e 2020-11-13 14:34:26   AMÛDÊ - Salvegera komkujiya Sînemaya Amûdê ya 60'emîn ji aliyê Desteya Jin û Komteya Zarokan a Parastinê ve bi daxuyaniyekê hate bîr anîn û gotin: "Komkujiya Amûdê sûcek bi êş e. Li her maleke di Amûdê de yan şehîd yan jî birîndarek sînemaya Amûdê heye. Kesên ku destê wan di wê komkujiyê de hebûn hemû bêdeng man."   Di 13'yê cotmeha 1960'an de bi armanca temaşekirina fîlmekî li ser şoreşa Cezayirê, nêzîkî  500 xwendekar derbasî Sînemaya Amûdê bûn da ku li fîlm temaşe bikin. Sîneme ji aliyê Rejîma BAAS'ê ve hate şewitandin û nêzî 283 zarok jiyana xwe ji dest dan û piraniya wan zarokan kurd bûn. Bi munasebeta vê rojê Desteya Jin û Komîteya Zarokan a Parastinê daxuyaniyek li Sînemaya Amûdê ya girêdayîn Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna bi dehan xwendekaran dan û zarokên Sînemaya Amûdê bi bîr anîn. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, daxuyanî ji aliyê xwedekara bi navê Cûdî Elî ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye: "Di şeva yekşema roja 13'yê Mijdara 1960'an de agirek di sînema Amûdê de pêket. Di wê sînemayê de fîlmek dihat pêşkêş kirin û wê qezenca fîlmê biçûya şoreşa Cezairê. Di wê demê de film sê caran dihat pêşkêşkirin û di her carê de zarok bi koman dijî dibûn. Di 13'yê mehê de bi destê rejima Baas ve agirek sinemaya Amûdê hat pêxistin û dêrî hatibûn mifte kirin. Di çend xulekan de 283 zarok jiyana xwe ji dest dan. Di kêmî nîv demjiêrê de jora sînemayê agirkirî ket û laşên zarokan bû xwelî û şêweya laşên wan hat xêrab kirin. Zarok hemû bi hev re qîr didan û qehreman Mihemed Seîd Axa hat hawarê zarokan û di wê şewatê de jiyana xwe ji dest da.   Perçeyên laşên zarokan di goristana komkirî ya Şeremola de hate veşartin û piraniya wan ji pêkhateyên kurd bûn. Komkujiya Amûdê sûcek bi êş e. Li her maleke di Amûdê de yan şehîd yan jî birîndarek sînemaya Amûdê heye. Piştî buyerê 60 sal derbas bû, lê bêhna agir berdewame û vedenga qîjên zarokan hîna di Amûdê de tên bihîstin. Kesên ku destê wan di wê komkujiyê de hebûn hemû bêdeng man. Ew komkujî di hişa nifşên nû neçû, nifşên nû ji bo tola wan zarokan ala azadiyê û aşitiyê hilgirtin. Ew zarokan e xewnên xwe yên mezin bi emanetî di destên me de hiştin û em wan bi bîr tînin û giyana wan yên aşitîxwaz silav dikin."