'Sînemaya Amûdê ji aliyê Rejîma BAAS'ê ve hat şewitandin' 2020-11-13 09:22:02   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Ji beşa Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Rêveberiya Xweser, Gulîstan Ibrahîm li ser salvegera şewata Sînemaya Amûdê da zanîn ku şewat bi awayekî sîstematîk pêk hat û  got."Bûyera ku li sînemeya Amûdê pêk hat, bûyereke bi pilan bû. Tu kes nikare kurdan dûrî ziman û netewperweriya wan bixe."   Di 13'ê cotmeha 1960'an de bi armanca temaşekirina fîlmekî li ser serhildana Cezayirê, nêzîkî 500 xwendekar derbasî Sînemaya Amûdê bûn da ku li fîlm temaşe bikin. Piştî ku fîlm dest pê kir bi çend deqeyan agir di nava sînemeyê de geş bû û hate şewitandin. Di encamê de nêzî 283 zarokî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn. Tekildarî mijarê Ji beşa Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Rêveberiya Xweser, Gulîstan Ibrahîm axivî.   'Şewata Amûdê nayê jibîrkirin'   Gulîstanê qala bûyera şewata Sînemeya Amûdê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di 13'ê cotmeha 1960'an de bûyera ku li navçeya Amûdê qewimî tu caran nayê jibîrkirin. Mudirê wê demê derbasî dibistana Amûdê dibe û civînekê ji hemû rêveberiyê dibistanan re çêdike û ji wan re dibêje em dixwazin hemû xwendevanan li sînemeyê kom bikin da ku em fîlmekî li ser serhildana Cezayirê pêşkêş bikin. Piştî ku dibistan bi dawî dibe, derdora 500 xwendekar derbasî sînemayê dikin û xwendekar jî bi rihekî germ derbasî sînemeyê dibin da ku li fîlm temaşe bikin."   'Ji bo xwe ji agir xilas bikin, jiyana xwe di nava avê de ji dest dan'   Gulîstanê wiha axaftina xwe berdewam kir: "Piştî ku xwendekar derbasî sînemayê bûn da ku li fîlm temaşe bikin, gelek xwendekar bi germbûna di bin kursiyan dene hesiyan, hinek jî bi temaşekirina fîlm mijûl bûn, ji ber ku sînema bi deşt û çewalan hatibû avakirin, piştî wê bi çend deqeyan agir li sînemayê geş bû. Hemû zarok tirs kete nava dilê wan û nema dizanîbûn ku çawa xwe xelas bikin, hemû zarokan berê xwe dan deriyê sînema, lê belê derî ji aliyê derve ve hatibû kilîtkirin, tenê pencere cihê xelaskirina wan a ji agir bû, lê belê di bin pencereyê de jî bîra avê hebû, gelek zarokan jî xwe ji pencereyê avêtin û ketin nava bîra avê û jiyana xwe ji dest dan."   'Ji bo zarokan ji mirinê xelas bike jiyana xwe ji dest dide'   Gulîstanê li ser xelaskirina gelek zarokan a ji şewatê wiha got: "Paşê gelê Amûdê şewata sînemayê bihîstin û çûn da ku zarokên xwe xelas bikin, dema ku gihiştin sînemayê dîtin sînema bi temamî dişewite. Mêrekî bi navê Mihemed Seîd Axa hebû ku zarokên wî jî di sînemeyê de bûn, bi hemû hêza xwe, xwe li deriyê sînemeyê xist û derbasî sînemyê bû. Gelek zarok di wê demê de ji mirin û şewatê xelas kir. Dema ku zarokan xelas dike deriyê sînemeyê di ser de dikeve û di encamê de ew jî jiyana xwe ji dest dide. Her wiha nêzî 300 zarokî jî jiyana xwe ji dest dide."   'Li Amûdê bi agir û li Serêkaniyê bi çekên kîmeyewî zarokên me dikujin'   Gulîstanê li ser pilana şewata Sînemeya Amûdê û berdewamiya wê ku heta niha pilan li ser Gelê Kurd tê meşandin wiha got: "Bûyera ku li Sînemeya Amûdê pêk hat, bûyerke bi pilan bû. Rejîma BAAS'ê ya Sûriyeyê ji bo ku gelê Amûdê ji ax, welat, ziman û wan ji netewperweriya wan dûr bixe, ev biryar pêk anî. Ji bûyera şewata Sînemaya Amûdê û heta vê demê jî gelek lîstok û pilan li ser me tên meşandin. Beriya salekê heman bûyer li Serêkaniyê hate qewimandin. Dewleta tirk bi  çekên kîmyewî êrîşî zarokên me kirin û ew şewitandin, da ku em Gelê Kurd dûrî kurdiyatiya xwe bikevin, lê em bi hemû îradeya xwe li hemberî van hemû kiryaran xwedî hewlest in."   'Sînemaya Amûdê ji aliyê Rejîma BAAS'ê ve hat şewitandin'   Gulîstanê anî ziman ku her bûyerek diqewime şewata Sînemeya Amûdê tê bîra  me û axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Ji ber ku şewata Sînemeya Amûdê ne bûyerek normal bû, heta niha jî qal û bahsa şewata Sînemeya Amûdê dibe. Heta niha jî em gelekî bi vê bûyerê diêşin her ku bûyerek nû diqewime, şewata Sînemeya Amûdê tê bîra me. Sînemaya Amûdê ji aliyê Rejîma BAAS'ê ve hat şewitandin. Pêwîst e em li hemberî hemû bûyeran hişyar bin û bizanibin ku çawa gava xwe bavêjin. Pêwîst e em hemû Gelê Kurd li hemberî van kiryaran xwedî helwest bin."