'Li dijî Vîrusa Koronayê divê em xwe biparêzin' 2020-11-13 09:18:03   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Jinên bajarê Qamişloyê têkildarî belavbûna Vîrûsa Koronayê  û rêbazên xweparastinê yên ji nexweşiyê wiha gotin: "Vîrûsa Koronayê bi awayekî zêde li hemû bajaran belav bûye, lê heta niha gelek kes parastina xwe ji vîrûsê nakin û dibêjin ku tenê şewb e.  Pêwist e em parastina xwe û malbata xwe bikin."   Bi belavbûna Vîrusa Koronayê li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Rewşeke pir xembar bi xwe re anî. Ji bo kêmbûna rêjeya belaviya nexweşiyê Rêveberiya Xweser gelek tedbîr girt. Tevî hemû hewildanên ku Vîrusa Koronayê li herêmê belav nebe, lê bi sedema çûn û hatina mirovan a ji derveyî herêmê, vîrûs belav bû. Têkildarî mijarê jinên bajarê Qamişloyê derbarê belavbûna Vîrûsa Koronayê de û rêbazên xweparastinê nêrîna xwe anîn ziman.    'Ji bo tenduristiya xwe û malbata xwe, parastin girîng e'   Jina ciwan a bi navê Nûr Hesen li ser belavbûna Vîrusa Koronayê û parastina ji vîrusê wiha nêrîna xwe anî ziman: "Ev demeke dirêj e ku Vîrusa Koronayê li hemû cîhanê belav bûye. Tevî ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane, lê heta niha gelek kes parastina xwe ji vîrusê nakin. Dibêjin ku tenê şewb e û derbas bibe. Vîrusa Koronayê li hemû bajarên herêma me jî belav bûye. Her wiha ez dibînim li bazaran û kolanan gelek kes parastina xwe bi rûpoşan nakin.  Pêwîst e her kes ji bo tenduristiya xwe û malbata xwe parastinê bike. Dema ku ez derdikevim ji dervî malê, ez destên xwe nadim tiştekî û ez bi baldarî pêdiviyên xwe ji bazarê dikirim. Dema ku ez vedgerim malê jî, ez destên xwe baş dişom. Her car jî ez rûpoşê didim ber devê xwe  da ku ez parastina xwe ji vîrusê bikim.”   'Bi girtina tedabîran min malbata xwe jî vîrusê parast'   Jina bi navê Sebah Yûsif a ku berî niha bi Vîrusa Koronayê ketibû wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: "Gelek kes dibêjin ku Vîrusa Koronayê tune ye û parastina xwe nakin.  Ez bi xwe jî bi Vîrusa Koronayê ketim û ez nizanim min ji ku derê girt. Gelek caran em hindek kesan dibînin û em nizanin ku vîrûs bi wan re heye, ji bo wê pêwist e di destpêkê de mirov silava dest nede tu kesî. Bi tedbîrên baldar min malbata xwe parast û nehişt ku tu kes ji wan ji min bi vîrûsê bikeve. Pêwîst e dema ku kesek ji malbatê bi vîrûsê bikeve malbat nêzî wî kesî nebe. Divê her tiştên kesê nexweş cuda be. Her wiha her ku karekî bike baş destên xwe bişon. Pêwîst e her kes jî tedbîrên xwe bigire."   'Li dijî Vîrusa Koronayê divê em xwe biparêzin'   Jina bi navê Evîn Elî derbarê Vîrusa Koronayê de ev tişt got: "Hemû kes dizanin ku Vîrusa Koronayê pir zehmet e.  Em dibînin ku çawa bi hezaran kes li hemû welatên cîhanê û li bajarên me bi vê vîrûsê jiyana xwe ji dest didin. Biryarên qedexekirina derketinê ji bo parastina gel pir baş e. Pêwîst e hemû gel van biryaran pêk bînin. Li dijî Vîrusa Koronayê divê em xwe biparêzin. Li kêleka biryara qedexekirina derketin ji derve, gelek kesên belengaz hene ku bi rojane kar dikin, da ku zarokên xwe xwedî bikin, nikarin li mal bimînin. Bi hêviya jiyaneke bi tendurist ji bo hemû mirovan."