Cîhan Xelîl: Pergala hevserokatiyê azadî û wekheviya civakê diparêzê 2020-11-13 09:04:03   Roj Hozan   QAMIŞLO - Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Cîhan Xelîl, têkildarî pergala hevserokatiyê û êrîşên ku li ser pergala jinê tên kirin nirxandin kir. Cîhanê wiha got: "Ji bo pêşerojeke azad hebûna jinê û sîstemeke demokratîk pir girîng e. Têkoşîna jinê dikarîbû bi herikîna rihê azadiyê re pergala hevserokatiyê bide avakirin. Pergala hevserokatiyê bersiva li dijî hemû sîstemên desthilatdar e."   Di van demên dawiyê de Partiya ENKS’ê li gel diyalogên bi partiyên siyasî yên kurdî re daxwaz kir ku pergala hevserokatiyê ya ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye rûniştandin ku yek ji destkeftiyên şoreşa jinê ye, rabe. Têkildarî mijarê Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Cîhan Xelîl, pirsên me bersivand.    Pergala hevserokatiyê çi ye û çima pêwîstî hate dîtin ku pargaleke wisa bê avakirin?    Ji bo pêşerojeke azad hebûna jinê û sîstemeke demokratîk  pir girîng e. Ger em binêrin di nav sîstemên yekalî de jinê rewşên pir xerab dîtine. Di warê biryardayinê de jin li dawiyê hatibû hiştin. Sîstemên desthilatdar mêr bingeh digirt û jin jî li paş dihiştin, di nav de jî sîstema xwe li ser civakan didan ferzkirin. Di sedsala 21’emîn de pêdiviyek hebû ku êdî pergaleke demokraaatîk ku mafê jinê jî tê de bê parastin, hebû. Têkoşîna jinê dikarîbû bi herikîna rihê azadiyê van destkeftiyan bi dest bixe û pergala hevserokatiyê bide avakirin. Ger em weke jin li pey mafê xwe negerin tu carî sîstemên desthildatdar mafê me nade me. Ji bo wê pêwist e jin di wê baweriyê de be ku dikare bi xwe re guhertinên bingehîn ji bo civaka xwe bide çêkirin. Dema ku jin sîstema demokratîk û adil ava kir, wê demê sîstema yekalî jî mecbûr in rastiya mîsyona jinê qebûl bike. Helbet têkoşîna me jî di vî alî de domdar e.       Pergala hevserokatiyê yek ji destkeftiyên şoreşê bû, di nava rêxistinbûyina civakê de heta çi astê we da rûniştandin?   Şoreşa jinê bi pêşengtiya jinan dest pê kir û berî wê jî têkoşîneke jinan a rihê berpirsyartiyê hebû. Di dema Rêjîma BAAS’ê de jinan bi rengekî veşartî civak bi rêxistin dikirin, ew jî encama vê bingehê bû ku di dema şoreşê de pergaleke demokratîk û wekhev hat avakirin. Jinê ji bo rûniştandina pergala hevserokatiyê kedeke pir pîroz da. Di nava rêxistina li Rojavayê Kurdistanê de, jinê di hemû aliyan de cihê xwe girt. Li hemû qadan parastina civakê,  pêşengtî kir û bû xwedî mîsyon. Pergala jina kurd hemû jinên cîhanê îlham jê girtin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafê jinên hemû pêkhateyan parast. Ev destkeftiyên jinên Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina wê hîn jî têkoşîneke demdirêj jê re pêwist e. Îro cîhan hemû mînaka vê pergalê diaxivin, ev jî bi qehremantiya jinan hate mayindekirin. Xwesteka me ji destpêkê ew bû ku em sîstema yekalî hilweşînin û li şûna wê pergaleke ku wekheviya jin û mêr tê de hebe, bidin rûniştandin. Îro em jin xwediyê vê şoreşê ne. Sîstema dewleta tirk a desthilatdar ku îro li herêmên dagirkirî weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê êrişî jinan dike, di heman demê de êrîşî pergala hevserokatiyê dike. Loma em dibêjin pergala hevserokatiyê bingeha azadî û wekheviya civakê diparêzê.      Bi derketina pergala hevserokatiyê êrîşên li ser hebûna jinê zêde bûn, gelo çima ev pergal her tê hedefgirtin?   Di nava van salên şoreşê de jinan heya lûtkeyeke bilind pergala xwe parastin. Lê her em dibînin êrîşên li ser hebûna jinan zêde dibin, ji ber zîhniyeta  mêr hatiye qebûl nake ku li hemberî wî tu rengên demokrasiyê hebin. Zîhniyeta desthilatdar ji pergala hevserokatiyê ditirse , dema jin pêş dikeve, dibe hêz û hebûnek, di derbarê de sîstema yekalî têk diçe. Ger em bala xwe bidinê di tu welatan de ev pergal nehatiye avakirin, hertim mêr serwer e. Em bi pergala hevserokatiyê naşibin van sîsteman. Pergala hevserokatiyê bersiva li dijî hemû sîstemên desthilatdar e.        Herî dawî ENKS’ê daxwaz kir pergala hevserokatiyê li Rojavayê Kurdistanê bê rakirin, hûn vê nêzîkatiyê çawa dinirxînin?   Daxwaza ENKS’ê ya ji bo rakirina sîstema hevserokatiyê tu carî wê neyê qebûlkirin. Em dikarin bêjin ku ENKS jî zîhniyeta yekalî temsîl dike. Ji dîrokê heya roja me ya îro di sîstema wan de serwerî derdikeve pêş û hebûna jinan di nava xwe de qebûl nakin. Hevdîtinên dawiyê yên partiyên kurdî jî, helbet rojeveke cidî di nava civaka kurd de ava kir. Yê ku demokratîk bifikire pêwist e ji hêza jinê netirse, ji ber jin zemîna herî rast e ya ku civak bi riya wê xwe li ser piyan dihêle. Ev zîhniyeta wan nahêle ku jin li gelek deveran di nava rêxistina xwe de herikbar be. Ev daxwaza wan wê hemû jin nepejirînin û ji bo wê jî bertekên cidî di aliyê hemû jinan de derket pêş. Em ê jin bi hevdu re sîstemeke demokratîk ava bikin û pîvanên demokratîk biparêzin. Ev hevdîtinên ku çêdibin dema yekgirtinek tê de çêbibe, ev yek civaka me jî bi hêz dike û jinê jî bi hêz dike. Wê demê em dikarin bi hev re destkeftiyên xwe jî biparêzin.        Ji bo parastina vê pergalê erkê ku dikeve ser milê jin û civakê çi ye?   Erkên pir mezin ji me tên xwestin ku em van destkeftiyên xwe biparêzin. Pêwist e hîn zêdetir jin xwe perwerde û bi rêxistin bike. Yê ku hebûna jinê bide mayindekirin rêxistinbûyin e. Dema ku çend jin li gel hev bin ew dibe hêzek , ev yek jî mîrasê têkoşîna jinê ye. Êrîşên ku li ser jinê di aliyên siyasî û civakî de tên kirin, jin bi yekrêziya xwe dikare xwe jê biparêzê. Jin li Rojavayê Kurdistanê di nav biryara herî girîng de ye. Hinek partiyên ku jin jî tê de cihê xwe digirin li gor berjewendiyên xwe tev digerin û jinên ku cihê xwe tê de digirin jî fetisî mane. Pêwist e em derdora xwe fireh bikin û di asteke giştî de em hemû jin li hev kom bibin. "