Ebrû Gunay: Ya ku ew ê vê îktidarê bişîne têkoşîna jinê ye 2020-11-12 16:31:45   ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay a ku di civîna bi jinê elewî re axivî diyar kir ku ya ku ew ê vê îktidarê bişîne têkoşîna jinê ye.   Meclisa jinan a HDP’ê, di çarçoveya bernameya serdema nû de li oteleke li navçeya Çankaya ya Enqereyê “Hevdîtina bi Jinên Elewî re” li dar xist. Parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû û Gulistan Kiliç Koçyîgît û gelek jin tevlî hevdîtinê bûn. Axaftina vekirina hevdîtinê Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay kir.    Gunay, di axaftina xwe de qala bernameya wan a têkoşînê ya serdema nû kir û polîtîkayên desthilatê yên li hemberî jinan, nasnme û baweriyên cûda bi bîr xist û banga têkoşîna hevpar li jinên elewî kir. Gunay, diyar kir ku hêza esas ku desthilatê de bibe têkoşîna jinan e û ev tişt got: “Dema avakirina komereke demokratîk ku di nav aştiyê de pêkvejiyanê saz bikeye. Em tev bi hev re komereke demokratîk ava bikin.”   Ebrû da zanîn ku ev civak hêviyê ji civakê dike û wiha got:"Em wekî jin di bin zextan de ne. Ev îktidara ku li ser fikir, raman, kinc, jiyana me tahakkumê dikeve dixwaze me di nava çar dîwaran de asê bihêle û civakeke baviksalar ava bike. Çimkî kesên vî welatî bi rê dibin wekî dijmin nêzî jinê dibin. Ev îktidar xwediyê feraseta parastina mêrê tundiyê dike ye. Ya ku ew ê vê îktidarê bişîne têkoşîna jinê ye."