Jinan li Deriyê Çiyê çalakî pêk anî 2020-11-12 15:48:53   AMED - Bi pêşengiya DAKP’ê jinan li Amedê li Deriyê Çiyê çalakî pêk anî.  Di çalakiyê de wêneyên 47 jinên hatin qetilkirin hatin pêşandan û çîrokên wan hatin vegotin.     Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Hemberî Jinê, li Deriyê Çiyê  çalakî li dar xistin. Jinan xwestin li Qada Derê Çiyê çalakiya xwe pêk bînin, lê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirn û nehat hiştin li qadê çalakî bê lidarxistin. Jinên ku destûr ji wan re nehat dayîn li parka pişta qadê  çalakiya xwe pêk anîn. Jinan 47 wêneyên jinan dan pêşandan û yek bi yek çîrokên wan vegotin. Her wiha wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin jî ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.   ‘Dewlet qetîl kirina jinan erê dike’   Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya axaftinek kir û destnîşan kir ku di vê erdnigariyê de her roj jin tên qetilkirin û got: “Mêren ku bi rola bav, bira û hevjîn radibin, her roj jinan qetîl dikin. Hemû jinên ku hatine qetilkirin hêvî û daxwazên wan ên ji jiyanê hebûn. Lê ew jin tevî biryara parastinê dîsa hatin qetîlkirin. Ji ber Peymana Stenbolê nehat sepandin jin tên qetilkirin. Dewletê bi vê helwesta xwe qetilkirina jinan erê kiriye.”   ‘Em ê hertim li qadan bibin’   Adeletê berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê hertim li gel jinên ku hatine qetîl kirin û destdirêjî û tecawziî wan hatiye kirin bin. Heta ku qanûn bên sepandin û kuştina jinan bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku dewlet qanûnên li gorî mêran çêdike, jin tên qetilkirin em vê napejirînin. Em ê bi xweparastina xwe pêşiya kuştina jinan bigirin.”   Piştî axaftina Adaletê, jinan yek bi yek çîrokên jinên ku hatine qetîl kirin vegotin.    Jinan piştî çîrokan 30 deqe jî çalakiya rûniştinê li dar xist û bi dirûşmên, “ Kuştina jinan polîtîk e”,  “ Mêr dikuje, dewlet diparêze", "Jin Jiyan Azadî” çalakiya xwe bi dawî kirin.