Zarokên Sînemaya Amûdê li Helebê hatin bîranîn 2020-11-12 15:47:23   HELEB - Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û xwendekarên bajarê Helebê zarokên Sînemaya Amûdê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.   Di 13'ê Mijdara 1960'an de roja Şewata sînemaya Amûdê ye û di wê şewatê de nêzî 283 zarokên kurd jiyana xwe ji dest dan. Bi vê minesebetê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) û xwendekarên bajarê Helebê zarokên Sînemaya Amûdê bi daxuyaniyekê  li Dibistana Şehîd Eye Qasêm a Taxa Şêx Meqsûdê bi bîr anîn.  Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa "Tola me avakirina pêşerojeke azad e", "Zarokên Sînemaya Amûdê namirin" û "Mafê me ye em azad bijîn" hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Dibistanan Eyşe Hesen ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Dîroka Gelê Kurd, dîrokeke tijî berxwedan, tolhildan û li hember zorê serî rakirin e. Gelê Kurd bi salane rastî êş, qirkirin û komkujiyê tên, dijmin bi hemû rêbazan dixwaze dîroka Gelê Kurd qir bike. Bi sedan bûyerên komkujiyê di dîroka Gelê Kurd de hatine jiyîn, ji wan yek jî Sînemaya Amûdê ye. Agir berdan bedena 283 zarokên kurd. Îro em weke Gelê Kurd, me ji mirinê jiyaneke nû afirand. Gelê Kurd li hember siyaseta qirkirinê xeta tolhildanê hilbijart, mînaka wê jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Îro bi vê deskeftiyê me tola zarokên Sînemaya Amûdê hiland.    Em weke KPC-D ya Helebê nemirên Sînemaya Amûdê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Em vê komkujiyê şermezar dikin û dibêjin tu kes nikare pêşeroja me tarî bike. Pêşeroja me bila xêzkirina pêşerojeke tijî hezkirin, hêvî û perwerdekirina bi zimanê dayikê be."   Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.