Meclîsa Kantona Efrînê kiryarên dewleta tirk û PDK'ê şermezar kir 2020-11-12 15:06:40   ŞEHBA - Meclîsa Kantona Efrînê kiryarên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê û yê PDK'ê yên li ser herêmên parastina medyayê bi meşekê şermezar kirin.    Meclîsa Kantona Efrînê kiryarên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê û yê PDK'ê li ser herêma parastina medyayê bi dirûşma "Êdî bes e ji dagirkerî û îxanetê re, dem dema hevgirtinê ye" meşek  li gundê Babinês ya Kantona Şehbayê bi tevlîbûna bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê li dar xistin.  Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankartên bi nivîsa " Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî yekîtiya Gelê Kurd", "Na ji îxanetê re" û "Bimre îxanet û dagirkerî" hatibûn hildan.   'Li hember pilanên dijmin em bibin mertalên zindî û dakevin qadan'   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê, Endamê Meclîsê Mihemed Ebdo kiryarên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Li Efrînê dewleta tirk hemû kiryar û binpêkirinên nemirovî li dijî sivîlan pêk tîne. Her wiha PDK'ê bi hevkariya dewleta tirk baregehên xwe li qadên parastina medyayê ava dike. Banga me ji her kurdekî heye ku li hember pilanên dijmin bibin mertalên zindî û dakevin qadan."   'Em ê destkeftiyên xwe biparêzin'   Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê, Eyşe Mehmûd jî helwestên xwe bi van gotinan anî ser ziman: "Em weke kurdên Efrînê daxwaz û kiryarên partiyên siyasî ên li dijî Gelê Kurd qebûl nakin. Ji ber ku daxwazên ku ENKS dike, dikeve xizmeta dijmin. Gelê Kurd bi berxwedan û têkoşina xwe tên nasîn. Ji bo wê çi dibe bila bibe em ê destkeftiyên xwe biparêzin û li hember dijmin têbikoşin."   'Bi yekîtiya gelan pilanên dijmin têk çû'   Endamê Meclîsa Kantona Şehbayê Ehmed Selemê jî wiha got: "Em berxwedana Gelê Kurd li hember dijmin pîroz dibînin. Bi yekîtiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê daxwazên dijmin têk biçin. Mudaxeleya dewleta tirk ali ser  xaka Rojhilata Navîn pêkanîna berjewendiyên xwe ye. Armanca dewleta tirk ew e ku dîroka osmaniyan li Rojhilata Navîn nûjen bike."