'Perwerde wek nan û avê ye' 2020-11-12 12:52:58   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Hevjînên pakrewanên azadiyê ku tevlî perwerdeya birdozî bûne gotin: "Em hejmarek ji hevjînên şehîdan li hev kom dibin û perwerdeya xwe bi rihekî komînal dibînin. Ev kombûn pilanên dijmin a li ser malbetên şehîdan vala derdixîne."   Meclîsa Malbatê Şehîdan a Herêma Efrînê dewreya perwerdeya birdozî ji bo hevjînên têkoşerên azadiyê dan destpêkirin. Ev perwerde li navçe û gundên Kantona Şehbayê bi tevlîbûna bi dehan hevjînên têkoşerên azadiyê tê dayîn. Di vê perwerdeyê de waneyên mîna rastiya Rêbertî, Dîroka Kurdistanê, girîngiya perwerde û zanista jinê tê dayîn. Perwerde ji 09.00'ê serê sibehê dest pê dike heta nîvro dewam dike.  Hevjînên têkoşerên azadiyê têkîldarî perwerdeyê nêrînên xwe bi me re parve kirin.    'Em alîkariya hevdu dikin da ku ji perwerdeyê sûd bigirin'   Ji Rêveberiya navçeya Ehdas a Şehbayê, Gulê Mihemed a ku waneya rastiya Rêbertî di perwerdeyê de dide hevjînên têkoşerên azadiyê wiha dibêje: "Perwerde bi xwe danûstandin e,  ji bo wê em hemû bi hev re dibin alîkar da ku ji perwerdeyê sûd bigirin. Tiştên ku em dizanin dixwazin li derdora xwe jî belav bikin û bi wan re bibin alîkar. Ji bo ku em têbikoşin û li ber xwe bidin pêwist e em zane bin. Em xwe li ser bingeha ramanê Rêber Apo ya projeya netewa demokratîk perwerde dikin. Erka me ya sereke şopandina xeta rast a Rêber Apo û pakrewanên me ne."   'Em ê şopdarî xeta şehîdên xwe bin'   Hevjîna pakrewan Ebd El-Hemîd ku di Berxwedana Serdemê de gihaşt asta şahadetê, Mizgîn Elî pêwîstiya wan bi perwerdeyan anî ziman û got: "Perwerde ji bo me gelek girîng e, mirov bi rêya perwerdeyan zane dibe û zihniyeta dijminê xwe bêhtir nas dike. Me gelek agahiyên bi sûd ji perwerdeyê girtin. Pêwîstî bi her hevjînek şehîd heye ku beşdarî perwerdeyan bibe ji bo ser xeta şehîdê xwe bimeşe û rastiya şehadeta wî zêde nas bike. Tişta ku em ji van perwerdeyan digirin hînî zarokên xwe jî dikin. Em hejmarek ji hevjînên şehîdan li hev kom dibin û perwerdeya xwe bi rihekî komînal dibînin ev kombûn pilanên dijmin a li ser malbetên şehîdan vala derdixîne."   'Perwerde wek nan û avê ye'   Hevjîna Ş. Reşîd Hebîb ê ku di şerê Helebê de jiyana xwe ji dest daye, Firyal Hec Henan girîngiya perwerdeyê ya di jiyanê de wiha bi lêv kir: "Perwerde ji bo kesayet û naskirina rastiya xwe gelek girîng e. Perwerde ji bo me wek nan û avê ye. Mirovê perwerdekirî zane dibe û dizane çi li derdorê diqewime, lê ya neperwerdekirî tenê di çarçoveya malê de dimîne. Em li ser esasê fikira azad a Rêber Apo tevlî perwerdeyan dibin da ku em zêdetir heqîqeta wê fikirê nas bikin."