Gulîstan Şahîn li Wanê hat definkirin 2020-11-12 11:02:38   WAN - Gulîstan Şahîn a ku li Mêrdînê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê yê ji goristana bêkesan hat girtin li Wanê hat definkirin.    Li herêma Eyndîbê ku dikeva nava sînorên navçeyên Şemrax û Dêrika Mêrdînê di 8'ê Tebaxê de qedexeya derketina derve hatibû destpêkirin. Piştî qedexeyê di pevçûna ku bi lişkeran re derket de şervana HPG'ê Gulîstan Şahîn(Dîren Avent) jiyana xwe ji dest dabû û li goristana bêkesan hatibû definkirin.    Malbat ji bo cenazeyê keça xwe bigire serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dabû û testa DNA'yê ji malbatê hatibû girtin.  Piştî ku test bi encam bû malbatê cenazeyê Gulîstanê ji Goristana Bêkesan a Mêrdînê girt û li gundê navçeya Seravê ya Wanê defin kir.