Li Sîlopiyê mêrê ku êrîşa zayendî kir hat girtin 2020-11-12 10:52:05   ŞIRNEX - Li taxeke Sîlopiyê Suleyman T. li zarokekî êrîşa zayendî kir. Piştî ku bûyer derket holê û gilî hat kirin Suleyman T. hat girtin.    Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, berî bi mehekê Suleyman T.  li zarokeke 5 salî êrîşa zayendî kiribû. Piştî ku bûyer derket holê malbatê gilî kir. Piştî giliyê malbatê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê lêpirsîn da destpêkirin û li Mêrdînê li gel pedegok îfadeya zarokê hat girtin.  Li ser îfadeya zarokê kiryar Suleyman T. hat binçavkirin û piştre şandin Girtîgeha Şirnexê.    Malbatê serlêdana xwe ya sûc paşve kişand   Hat zanîn ku malbata zarok a ji ber rewşa aborî nikare parêzer bigire, ji ber beralîkirina şaş a polîs û gefên malbata kiryar serlêdana xwe ya sûc paşve kişandiye.    'Em dixwazin kiryar bê cezakirin'   Dermarê mijarê de malbata zarokê ku me xwe gîhandiyê ev tişt got: “Bûyer berî mehekê qewimî. Piştî ku zaroka min ji min re bûyer vegot haya min jê çêbû. Ji ber ku rewşa me ya aborî destûrê nade em nikarin parzer bigirin. Me ji polîsekî re got hêza me nîne ku em parêzer bigirin û wî jî ji me re got ‘ger hêza we nîne parêzer bigirin hûn dikarin serlêdana xwe ya sûc paşve bikişînin. Mafekî we yê wisa heye. Ger hûn serlêdana xwe ya sûc paşve bikişînin jî dê doza cemaweriyê bê vekirin'. Malbata gûmanbar jî gefan li me dixwe. Me jî giliyê xwe paşve kişand. Lê em dixwazin kiryar bê cezakirin.”