Dê bi Mîmozayê bibin dengê jinan 2020-11-12 09:21:03   MÊRSÎN - Li Mêrsînê Komeleya Jinan a Mîmozayê hat vekirin, seroka komeleyê Çigdem Goksoy diyar kir ku dê hewl bidin ku xwe bighînin hemû jinên li herêmê û got: "Em ê hewl bidin ku jin wekî kulîlka Mîmozayê mayinde bibe. Em ê bibin dengê jinên ku li herêmê bi şîdet, taciz, tecawizê re rûbirû mane."    Komeleya Jinan a Mîmozayê li Akdenîza Mêrsînê hat vekirin. Komele armanc dike ku xwe bighîne jinên li herêmê. Ji ber pandemiyê gelek jin di nava 4 dîwaran de man û bi şîdet, taciz û tecawizê re rûbirû man. Dengê gelek jinan di vê demê de nehat bihistin. Seroka Komeleya Jinan a Mîmozayê Çîgdem Goksoy derbarê armanca komeleyê de ji ajansa me re axivî.    Çîgdem, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca avakirina komeleyê û got: "Em dixwazin newekheviya di nava civakê de bêtir bidin nîşandan. Em armanc dikin ku li dijî şîdeta siyasî, civakî, çandî, aborî, fîzîkî û zayendî xebatek bikin û bibin dengê jinan. Bi pandemiyê re şîdeta li hemberî jinan zêde bû. Li Tirkiyeyê Mêrsîn bajarê 3'yemînê ku şîdeta li hemberî jinê zêtedir dibe. Jin ji bo xwe cihên ewle û komeleyên jinan digerin. Berê jî em di nava xebatên jinan de bûn, lê hewcedarî bi komeleyek wisa hebû. Komele dê navenda wê Mêrsîn be lê li herêma Çukurovayê xizmetê bide jinan."    Çîgdem, diyar kir ku dê bi saziyên sivîl û rêveberiyên herêmî re xebat bê meşandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em ê rojên pêş de bi sazî û rêxistinên sivîl re hevdîtinan pêk bînin. Em ê daxwaz û hewcedariyên jinan derxin holê. Em ê bi civaknas, derûnînas û parêzeran re bixebitin. Em ê bi malbatên mexdûran re hevdîtinan bikin."    Çîgdem, di axaftina xwe de bal kişand ser navê komleyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me xwest navek wisa be ku dîroka wê hebe. Gelek pêşniyar ji bo navê komeleyê hatin kirin. Di nava civakê de jin her tim bi kulîlkan re eleqedar dibin. Ev tişt girêdanbûna jinê ya bi xwezayê re nîşan dide. Em baldarî nêzê navan bûn. Piştre me biryara navê Mîmoza yê da. Piştî şerê li Îtalyayê ya sala 1946'an jin û zarok bi taciz û tecawizê re  rûbirû man. Jinên ku li Îtlayeyê dijîn hatin cem hev û ji bo jiyanek aram dest bi plansaziyan kirin. Koma ku ji hêla 3 jinan ve hat avakirin navê Mîmoza yê li xwe kirin. Piştre jî her tim di 8'ê Adarê de kulîlka Mîmozayê li jinan hat belavkirin. Em jî dixwazin jin wekî Mîmozayê mayîn de bibe."