Jinên Kobanê: Em yekîtiya xwe ava bikin û nekevin xizmeta dijmin 2020-11-12 09:07:18   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jinên ji bajarê Kobanê di derbarê yekrêziya Kurdan de nêrînên xwe anîn ziman. Jinan bal kişandin ser girîngiya yekîtiya Gelê Kurd û wiha gotin: "Divê em Gelê Kurd pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin, em yekîtiya xwe ava bikin û nekevin xizmeta dijmin."   Dewleta tirk bê navber li Başûrê Kurdistanê baregehên xwe yên leşkerî ava dike û êrîşî qadên parastina Medyayê dike. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hember vê yekê helwesteke cidî ya ku li dij derdikeve nîşan nade. Ji aliyekî jî ji ber helwesta ENKS'ê ya dijbertiya pergala hevserokatiyê û zimanê kurdî, diyalogên ji bo yekîtiyê hatin sabotekirin. Têkildarî mijarê jinên Kobanê axivîn.    'Kesên îxanetê li doz û gelê xwe dikin bê rûmet in'   Jina bi navê Sefa Cezayir a 80 salî ya ji Gundê Til Xezalê wiha got: "Hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re şaştiyeke mezin e. Heger hevaltiyê bi dijminê xwe yê dîrokî re dikin ew nikarin bêjin em Kurd in. Dewleta tirk bê navber êrîşî gelê Rojavayê Kurdistanê dike, li şûna ku Mesûd û Nêçîrvan Berzanî alîgirên Kurdan bin, ew diçin hevkariyê bi Erdogan re dikin. Ew axa Kurdistanê radestî dijmin dikin û rêyê li ber dagirkeriyê vedikin. Heger ev rewş bidome tu carî jî Gelê Kurd nabin yek, ji ber vê divê em hemû kesên ku hevkariyê bi dewleta tirk re dikin ji nava xwe derxin. Em Kurdên mayî bi hev bibin yek ji bo me bes e. Kesên ku îxanetê li doz û gelê xwe dikin ew bê rûmet in."   'Divê em nekevin xizmeta dijmin'   Jina bi navê Xanim Hesen banga yekîtiya kurdan kir û got: "Êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê û qadên parastina Medyayê rû dide em bi tundî şermezar dikin û dibêjin divê bi tu şêwazî şerê birakujiyê çênebe. Em tu carî qebûl nakin keda zarokên me yên li çiyayên azad were înkarkirin û kurdên me jî bibin alîgirên dijmin. Li ser vê bingehê em dibêjin divê hemû aliyên kurdî pirsgirêk û nakokiyên xwe li ser maseyan çareser bikin. Kîjan perçeyê Kurdistanê dibe bila bibe divê nekeve xizmeta polîtîkayên dewleta tirk û neyên xepandin. Tirkiye yekîtiya Kurdan naxwaze, berovajî vê dixwaze şerê birakûjiyê ava bike. Bila gelê me hişyar bin, li şûna ku em şerê hev bikin em li hember dijminên xwe şer bikin û Kurdistaneke serbixwe û azad ava bikin."   'Divê em yekîtiya xwe ava bikin'   Jina bi navê Rewşen Berxo jî nêrînên xwe wiha parve kir: "Dewleta tirk bê navber êrîşî kurdên her çar perçeyên Kurdistanê dike. Li hember van êrîşan divê em bi rengekî lezgîn yekîtiya xwe ava bikin. Divê em li hember hev îxanetê nekin û hev nekujin. Em dijminê xwe baş nas dikin, ji ber vê divê em xwe bi rêxistin bikin û hêza xwe bikin yek. Li ser vê bingehê ez dibêjim yekîtî, yekîtî û yekîtî."