Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî: Nahêlin ez emeliyat bibim 2020-11-12 09:05:10   AMED - Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî ya ku ev nêzî 450 rojî ye hatiye emeliyatkirin û roviyê wê li derve ye wiha got:"Tiştê ku bi min fikarê dide çêkirin ew e ku roviyê min êdî nikaribe bixebite."   Semîre Dîrekçî (43) ji roja girtiye heta îro 4 carî ji mejî û rovî hat emeliyatkirin. Bi tevahî 7 carî emeliyat bûye. Roviyê wê li derve ye û bi kîsê Kolostomi jiyana xwe dewam dike. Semîreya ku ev 23 sal in di girtîgehê de ye bi gelek nexweşî ketiye. Tansiyona wê zêde ye çavên wê baş nabîne û ji ber alerjiyê mecbûr e ji mehê carekê derzî lêbikeve.    Semîraya di Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Amedê tê girtin serî li nexweşxaneyên cuda dide lê belê daxwaza wê ya tedawiyê bi hinceta pandemiyê tê redkirin.    Semîre têkildarî nexweşiyên xwe û binpêkirina mafan ên li girtîgehê name ji ajansa me re şand.   'Roviyê min teng bû'   Nameya Semîreyê wiha ye:"Ji ber nexweşiya xwe ya rovî ez tim diçûm nexweşxaneyê. Ez ji pêvajoya 3 mehî ya tedawiyê derbas bûm lê m in encam negirt. Loma di 25'ê Tebaxa 2019'an de emeliyat bûm. Bi emeliyatê roviyê min derxistin derve û anîn ziman heta 3 an jî 6 mehan ez ê baş bibim. Lê roviyê min teng bûye. Loma ji bo fireh bibe rêbaza firekirina bi nepoxê bi kar anîn. Tam ez dikiram emeliyat bibim vê carê jî Vîrusa Koronayê derket."   'Ji emeliyata min re dibin asteng'   Bijîşk ji min re dibêje ger emeliyata baş derbas bibe jî ji ber Vîrusa Koronayê tê ji sedî sed jiyana xwe ji dest bide. Li girtîgehê di nava şerdên zor de em dijîn. Li nexweşxaneyê jî dibêjin livînê vala tune ye û ji emeliyata min re dibin asteng. Her ez diçim nexweşxaneyê ez têm di koguşa karantînayê de dimînim. Di koguşa karantînayê de ez mecbûr dibînim ku pêdiviyên xwe bi xwe bibînim û ev yek jî min gelekî mexdûr dike. Ez gelekî zehmetiyan dibînim."   'Roviyê min ber bi xirabiyê ve diçe'   Ez mecbûr im her roj kîsê xwe yê kolostomiyê biguherim ev jî rîska enfeksiyonê zêde dike. Roviyê min ber bi xirabiyê ve diçe. Ez ditirsim êdi nexebite. Niha roviyên min li derve ne ev jî gelekî zehmet e. Ev bûye wekî îşkenceyê û mafê min ê tedawiyê ji destên min hatiye girtin.    'Ez nikarim xwe bigihêjim derfetên tenduristiyê'   Li girtîgehê ez nikarim tena serê xwe jiyana xwe bidomînim. Ez nikarim xwe bigihêjim derfetên tenduristiyê. Nediyarbûna pêvajoya pandemiyê jî min dike nava fikaran. Ez dixwazim hûn rewşa min ji sazî û dezgeyan ragihînin."