'Bi xurtkirina diyalogên yekîtiyê dê planên dijmin têk biçin' 2020-11-12 09:03:35   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Endama Meclîsa PYD'ê, Hêvîn Reşîd têkildarî pêvajoyê û planên li dijî Gelê Kurd dikevin meriyetê wiha got: "Bi avabûna yekîtiya kurdan em dikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin, li dijî planên qirêj bisekinin û destkeftiyên mezin bi dest bixin."   Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hêvîn Reşîd da zanîn ku Gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî girîng derbas dibe û divê ji bo serkeftinê hestên yekîtiyê derkevin pêş.    'Bi xurtkirina diyalogên yekîtiyê dê planên dijmin têk biçin'   Hêvînê di destpêka gotina xwe de bal kişand ser girîngiya pêvajoya ku Gelê Kurd tê re derbas dibe û wiha got: "Em di pêvajoyek girîng de derbas dibin. Bi taybet ev demek e diyalogên Kurdî-Kurdî tên çêkirin. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye xwedî hêz û siyaset. Em hewil bidin em dikarin bi diyaloga Kurdî-Kurdî bibin xwediyê serkeftinên herî mezin. Ji ber vê ev diyalog gelekî girîng e. Divê em diyalogên xwe xurt bikin da ku dijminên me têk biçin. Bi xurtkirina diyalogên yekîtiyê dê planên dijmin têk biçin."   'Bi ENKS û PDK'ê dixwazin yekîtiya kurdan têk bibin'   Hêvînê bal kişand ser yekîtiya kurdî û wiha domand: "Dewleta tirk ji bo valaderxistina yekîtî û diyaloga Kurdî-Kurdî her dixebite. Bi rêya PDK'ê hevpeymanan li dijî Gelê Kurd çêdikin. Her wiha lihevkirina PDK'ê û Tirkiyeyê îxanetê dide nîşandan. Li dijî van lihevkirin û êrîşan divê em yekîtiya xwe xurt bikin û li hember dijmin têbikoşin. Dewleta tirk dixwaze bi rêya PDK'ê li Başur û bi rêya ENKS'ê li Rojava dest biavêje yekîtî û diyalogên ku tên kirin."   'Şer û pevçûn wê nebe deriyê çareseriyê'   Hêvînê di berdewamiya nirxandina xwe de bang li hemû kurdan kir ku xizmetê ji bo yekîtiyê bikin û got: "Kesên ku bi kurdî bang dikin li kurdiyeta xwe vegerin. Ji dîrokê heta roja îro em her banga yekîtiyê dikin. Bi avabûna yekîtiya kurdan em dikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin û destkeftiyên mezin bi dest bixin. Tu carî şer û pevçûn wê nebe deriyê çareseriyê. Ji bo avakirina yekîtiya kurdan em dixebitin. Xewin û xeyalên Gelê Kurd ew bû ku yekîtiya xwe ava bikin û bi hev re li dijî dijminên xwe bisekinin. Tirsa dewleta tirk ji avabûna yekîtiya Kurdan û diyalogên di navbera wan de heye."   'Bila li dijî daxwazên dijmin jinên kurd xwedî helwest bin'   Hêvînê di dawiya axaftina xwe de behsa daxwaza ENKS'ê ya li dijî yekîtiyê kir û wiha bi dawî kir: "Daxwaza ENKS'ê ya li dijî zimanê kurdî û pergala hevserokatiyê dikeve xizmeta dewleta tirk. Perwerdeya zimanê kurdî wê tu carî neyê rawestandin. Mafê Gelê Kurd e ku bi zimanê dayikê bixwîne û hîn bibe. Bi avabûna Rêveberiya Xweser zagona fêrbûna zimanê dayikê hat dayîn. Ez bang li hemû jinên kurd dikim ku erka pêkanîna yekîtiya kurdan bigirin ser milên xwe û li hember daxwazên dijmin xwedî helwest û sekin bin."