ROJEVA 12'YÊ MIJDARA 2020'Î 2020-11-12 09:00:00   *Endama Meclîsa PYD'ê, Hêvîn Reşîd têkildarî pêvajoyê û planên li dijî Gelê Kurd dikevin meriyetê wiha got: "Bi avabûna yekîtiya kurdan em dikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin, li dijî planên qirêj bisekinin û destkeftiyên mezin bi dest bixin." DÎMEN HEYE   *Jinên ji bajarê Kobanê di derbarê yekrêziya Kurdan de nêrînên xwe anîn ziman. Jinan bal kişandin ser girîngiya yekîtiya Gelê Kurd û wiha gotin: "Divê em Gelê Kurd pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin, em yekîtiya xwe ava bikin û nekevin xizmeta dijmin. DÎMEN HEYE   *Seroka Odeya Plansazên Bajêr a Amedê Bêrîvan Guneş diyar kir ku projeya veguherandina bajarvaniyê herî zêde li ser jin û zarokan bi bandor e û got: “Di projeya veguherandinê de mafê jin û zarokan tê piştguhkirin. Ji bo rantê gelek şêniyên taxê tên mexdûrkirin wekî taxên Alîpaşa û Lalebey yên Sûrê." BI DÎMEN    * Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî ya ku ev nêzî 450 rojî ye hatiye emeliyatkirin û roviyê wê li derve ye wiha got:"Tiştê ku bi min fikarê dide çêkirin ew e ku roviyê min êdî nikaribe bixebite."   *Berdevka Kongreya Star ya berê a Rojavayê Kurdistanê Evîn Siwêd pêşketina jinan a bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re nirxand. Evînê da zanîn ku guhertin bi hejmareke kêm a jinên kurd dest pê kir û îro bi hezaran jin di nava vê têkoşînê de ne û wiha got:"Di sala 2005'an de rêxistinbûna jinan teşe girt û bi şoreşê re gelek komîte, saziyên jinê, akademî, perwerde hatin avakirin. Her wiha jinan di Rêveberiya Xweser de pêşengtî kirin û di navbera  jinên kurd, ereb û suryan de diyalog hatin meşandin. Jin bi têkoşîna xwe bûn pêşengên avakirina sistema Rêveberiya Xweser." BI DÎMEN    *Malbatên têkoşerên azadiyê û Dayikên Gerîla têkildarî êrişên li ser Başûr dan zanîn ku divê şerekî navxweyî dernekeve û wiha gotin:"Pêwîst e ku dîrok xwe dubare neke û şerê birakujiyê çênebe. Dizanin Gelê Kurd serî natewînin û gelekî berxwedêr e, lewra dixwazin Kurdan bi destên Kurdan qir bikin. Bila êdî kurmê darê ne ji darê be û em şerê birakujiyê dest pê neke. Em dikarin bi yekîtiyê pêşiya aloziyê bigirin." BI DÎMEN    *Xuşka Gulîstan Doku ya li Dêrsimê bi awayê gûman hat windakirin Aygul Doku, got, "Gelo ava Munzurê Gulîstanê daqultand?  Em 309 roj e li ser vê pirê bi awayekî neçar li bendê ne. Kesên ku 309 roj e li ser vê pirê em qefaltine divê hesap bidin."DÎMEN HEYE   *Li Mêrsînê Komeleya Jinan a Mîmozayê hat vekirin, seroka komeleyê Çigdem Goksoy diyar kir ku dê hewl bidin ku xwe bighînin hemû jinên li herêmê û got: "Em ê hewl bidin ku jin wekî kulîlka Mîmozayê mayinde bibe. Em ê bibin dengê jinên ku li herêmê bi şîdet, taciz, tecawizê re rûbirû mane." BI DÎMEN    * Hîn tu agahî ji girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan a ji aliyê rejîma Îranê de ve Girtîgeha Kirmanşahê hat derxistin, nehatiye girtin.  Zeinab Bayazidi ya ku piştigiriyê dide Kampanyaya “Freedom For Zeynab Jalalian”  (Ji bo Zeyneb Celaliyan azadî) da zanîn ku pirsgirêkên girîng ên tenduristiyê yên Zeyneb Celaliyan hene û îşkence lê hatiye kirin.    *Li taxeke Sîlopiyê Suleyman T. li zarokekî êrîşa zayendî kir. Piştî ku bûyer derket holê û gilî hat kirin Suleyman T. hat girtin.    *Dê îro KPC li ser salvegera şewata Sînemaya Amûdê li Helebê daxuyaniyê bide. (13.00)   *Ew ê li Şehbayê jin bi boneya 25'ê Mijdarê meşê li dar bixin. (11.00)   *Bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Amedê li Deriyê Çiyê hevdîtina jinan (13.00)