Şêniyên Qamişloyê pakrewanên teqîna bazarê bi bîr anîn 2020-11-11 17:22:47   QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Qamişloyê 5 pakrewanên ku di encama teqîneke hovane de li bazara Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî bi bîr anîn.    Di 11’ê Cotmeha 2019’an de, dewleta tirk bi alîkariya hin kesên ku bi ser çeteyên DAIŞ’ê ve ne li bazara bajarê Qamişloyê teqîn pêk anîn. Di encamê teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Îro di yekem salvegra bîranîna wan de rêheval û malbatên pakrewanan bi merasîmeke girseyî ew bi bîr anîn. Malbat û hevalên pakrewanan berê xwe dan cihê teqînê û bi vêxistina findan û rakirina wêneyên wan ew bi bîr anîn.  Girseya li cihê bûyerê kom bû paşê çû  Goristana Şehîdên sivîl û merasîmê salvegerê li wir li dar xist.    Piştî deqeyek rêzgirtinA ji bo pakewanên azadiyê, axaftin hatin kirin. Li ser navê Malbatên şehîdan Mihyedîn Hesen sersaxî  ji hemû malbatên pakrewanan re xwest û wiha got: ”Bi rihê hemû şehîdên Kurdistanê em van pakrewanan bi rêzdarî bi bîr tînin.  Pêwîst e ku em hemû ji bo parastina destkeftiyan di nava berxwedaniyeke bê hempa de bin. Em xewin û xeyalên van şehîdan di nava civakê de pêk bînin, şehîd hebûn û rûmeta me. Wê şehîdên me her di dilê me de bin.”    Paşê li ser navê şaredariya bajarê Qamişloyê Şermîn Şaqo jî sersaxî ji malbatan re xwest û ev tişt got: ”Di vê rojê de berî bi salekê 5 ciwanên me jiyan xwe ji dest dan.  Peyama me ji bo kesên ku dixwazin axa me dagir bikin û şoreşa Rojava tune bikin , em ê her bi hêza xwe li dijî wan bisekinin. Pêwist e em berxwedana xwe li dijî hemû kiryarên ku aramiya welatê me hedef digrin xurt bikin.”   Merasîm bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.