Ayşe Acar Başaran: Em ê xwe û bajarê xwe biparêzin 2020-11-11 16:22:00   ÊLIH - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran di daxuyaniya di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li Êlihê hat dayîn de axivî û got, "Em ê, li dijî êrîşên li ser nasname, çand û bajarê xwe û bajarên xwe biparêzin."    Meclisa JInan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê li li ber Sendîkaya Petrol Îş'ê ya lI Êlihê  daxuyanî dan. Di daxuyaniya hat dayîn de Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Bajaran, Hevşaredara Êlihê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Songul Korkmaz û gelek jinan cih girt. Jinan di daxuyaniyê de pankarta bi dirûşmên "Em xwe diparêzin" vekirin û dirûşmên, "Navê min ax e", "Kuştina Jinan Polîtîk e", "Ne korona mêr dikuje", "Jin jiyaneke azad dixwazin" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.    'Qetilkirina jinan du qatên xwe zêde dibe'   Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Fatma Ablay ku di daxuyaniyê de axivî û got, "Jin li Êlihê ji bo 25'ê Mijdarê aamde de ne. Em ê ji bo Peymana Stenbolê ku mafên jinan diparêze heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Pergala dixwaze civakek ku jê re îteatê bike biafrînê û li gel vê jî qirkirin, destdirêjî û tundiya li dijî jin û zarokan roj bi roj zêde dibe. Ji ber ku hiqûq nayê bicihanîn kujer û êrîşkar tên parastin. Ji vî şerê li Rojhilata Navîn ku îqtîdar xwe li ser heyî dike jî herî zêde jin û zarok bi bandor dibin.  Careke din em dibêjin ku derbarê bedena me de ne hikûmet tenê em dikarin biryarê bidin."    'Di nava mehekê de 21 jin hatin qetilkirin'   Berdevka Meclisa JInan a HDP'ê Ayşe Acar Bajaran jî diyar kir ku wan starta çalakiyên 25'ê Mijdarê daye lê jin 365 rojan tên qetilkirin, tundî li wan tê kirin û têkoşîna jiyanê didin. Ayşeyê di berdewamiyê de got ku îqtîdara AKP û MHP'ê li aliyekî welêt ji demokrasiyê dûr dikin û li aliyekî jî di ser kurdan re siyasetê dikin. Ayşe anî ziman ku li derve û li hundir siyaseta şer tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, " Jinan dikin nav çar dîwaran  û dibêjin 'an tu yê li malê bibî jina makul û ger ku tu îtaetê qebûl nekî jî tu dê di nava çar dîwaran de bimînî'. Di nava mehekê de 21 jin bi cesaretdayîna îqtîdarê û ji ber bêcezahiştina wê hatin qetilkirin. Lê tê gotin ku tundî kêm bûye."   'Em paşve gavê navêjin'   Ayşe Îpek Er a ji aliyê Musa Orhan ve hat qetilkirin jî bi bîr xist û got, "Musa Orhan ji deriyê pêş ê edliyê ket hundir û ji yê paş jî derket. Li herêmê ji ber cesareta ku hikûmet did leşker û polîsan jin hedef tên girtin. Lê wê jin tucarî li hember vê tundiyê serî netewînin.  Li Rojava jinên ku bi têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ'ê re şoreşa jinê pêk anîn, têkoşîna wan ya jinên bi salan li dijî faşîzma tirk serî netewandin a jinên feminîst e.  ktidara tarihten hatırlatıyoruz. Em gavê paşve navêjin û em ê li xweza, çand, nasname û li bajarê xwe xwedî derkevin. "   Piştî daxuyaniyê jin li taxan belav bûn û li kolanan qurnefîl belav kirin.