Hejmara 19'an a Kovara Jineolojiyê derket 2020-11-11 15:17:11   AMED - Hejmara 19'an a Kovara Jineolojiyê kuv ji 3 mehan carekê digihêje ber destê xwendevanan, bi sernavê "Jiyana Ekolojîk" derket.   Hejmara nû ya kovara Jineolojiyê ya mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê derket. Hejmara 19'an a kovarê bi sernavê "Jiyana ekolojîk" gihîşt ber destê xwendevanan.   Têkildarî mijarê nivîsên Nagihan Akarsel, Eyrîhan Hesen, Debbîe Boockchîm, Ecehan Balta, Azîze Aslan, Andrea Reînoso, Arîel Salleh, Sevda Can hatin weşandin. Herwiha di kovarê de cih ji Hevpeyvîna bi Beyza Ustun a bi sernavê "Ekolojî û şewb" re jî hat dayîn.    Kovar li pirtûkfiroşan dikare bê peydakirin.