Ji bo cezayê li hevserokan hat birîn îtîraz hat kirin 2020-11-11 10:55:54   WAN - Dadgeha Wanê ceza li Hevşaredarên Rêya Armûşê birîbû. Parêzeran li dijî ceza îtîraz kir. Lê dadgehê îtîraz red kir.   Hevşaredarên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Şehzade Kûrt  û Azîm Yacan  ji wezîfeyê hatibûn girtin, qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin û hatibûn girtin. Dadgeha Wanê 6 sal û 3 meh ceza li hevşaredar Şehzade Kûrt û 7 sal û 3 meh ceza li hevşaredar Azîm Yacan birîbû. Parêzerên hevşaredaran li dijî cezayê hatibû birîn serî li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê dabûn. Dadgeha Îstînafê biryara ceza birîna Dadgeha Wanê di cih de dît û bi pirjimariya dengan îtîraza parêzeran red kir.   Parêzeran ragihand ku ew ê serî li Dadgeha Bilind bidin û îtîrazî cezayê hatiye birîn bikin.