ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2020'Î 2020-11-11 09:00:00   *Dayikên têkoşerên azadiyê yên herêma Efrînê helwesta PDK'ê şermezar kirin û wiha gotin: "Îro partiyên me yên kurdî temsîla civaka me dikin, ji bo wê pêwist e biryarên wan jî li gor baweriyên vî gelî bin. Bila partiyên kurdî armancên xwe bikin yek û dawiyê li dagirkeriyê bînin."BI DÎMEN    *Jinên ku bûn Lîlît ji dîrokê heta îro li dijî her cureyê tundiya mêr-dewletê di demên cuda de, li qadên cuda xweparastina xwe pêş xistin û serîhildana xwe anîn heta roja îro.    *Endama Komîteya Tenduristîyê ya Kantona Hesekê, Sîham Mele Ibrahîm da zanîn ku Vîrusa Koronayê xetereyek mezin li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kiriye û wiha got: "Divê hemû şênî dema derdikeve derve bê rûpoş û lepik dernekeve da ku em ji vê xetereya vîrusê hîn zûtir xelas bibin." DÎMEN HEYE   *Serok komarê tirk di rojên borî de bertek nîşanî welatiyên ku gotibûn "Em nikarin nanekî jî bin mala xwe" dabû. Lê şêniyên Bazîdê ku me mîkrefon dirêjî wan kir bertek nîşanî krîza aborî dan û gotin, "Em êdî nema dikarin kartol û makarnayê jî bistînin." DÎMEN HEYE   *DAKP, bi navê "Li dijî hişbir û tecawizê em xwe û bajarê xwe diparêzin" starta çalakiyên 25'ê Mijdarê dabûn. Berdevka Demê ya DAKP'ê Nîhal Yanik, diyar kir ku ji bo me jinan her roja roja têkoşîn û berxwedanê ye û em bang li jinan dikin ku tevlî çalakiyên me bibin. BI DÎMEN    *Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari polîtîkayên PDK'ê û AKP'ê nirxand û got: "Hevkariya ku niha li herêmê tê kirin dê bandorê ser destkeftiyên kurdan bike. 'Plana Têkbirinê' niha gav bi gav tê pratîzekirin. Li dijî şer jî divê di nava hemû gelan de yekitiyek bê avakirin." BI DÎMEN    *Daneşîna biryarê ya Ridvan Ogul ê ku destdirêjî li 3 zarokan kiriye wê di 7’ê Kanûnê de were dîtin.   *Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn a ku hem parêzer hem jî vasîsa girtiya bi nexweşiya giran Fatma Tokmak e da zanîn ku divê Fatma Tokma ya ku rapora wê ya "nikare di girtîgehê de bimîne" heye bê berdan.    **Di çarçoveya programa 25'ê Mijdarê de wê Bi tevilbuna parlementera HDP'ê Ebru Gunay re serdana esnafan û hevdîtina jinan pêk were. (11-13:30)