Dayikên Pakrewanan: Ji şerê birakujiyê re na 2020-11-10 12:51:20   QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û banga ji bo rawestandina şerê birakujiyê, dayikên pakrewanan çalakiyek li dar xistin.   Bi armanca şermezarkirina êrîşên ku li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin û banga ji bo rawestandina şerê birakujiyê û yekîtiya partiyên kurdî, dayikên pakrewanan ku desmalên spî li xwe kiribûn, çalakiyek li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar xistin. Çalakî bi tevlîbûna bi dehan dayikên pakrewanan pêk hat.   Di çalakiyê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan, Rojîn Ehmed axivî û wiha got: "Em bi navê dayikên şehîdan, bang dikin û ji şerê birakujiyê re dibêjin na. Em nema şerê birakujiyê dixwazin. Welatê me li ber çavên me wêran dibe. Pêwist e em bibin yek û bi yek destî li hember dijmin bisekinin û xwedî helwest bin. Daxwaz û armanca dijmin ew e ku me parçe bike, em vê yekê tu carî qebûl nakin û em ê li ser axa xwe parastina zarokên xwe bikin."   Çalakî bi avêtina destmalan a li erdê bi dawî. Hêjayî bibîrxistinê ye ku avêtine desmalê, yek ji çanda jina kurd e. Dema jinan şalika xwe diavêtin erdê şer dirawestiya.