Ji 117 kesayetan bang: Bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin 2020-11-10 11:56:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 117 kesayetên Herêma Federal a Kurdistanê bi navê "Na ji şerê birakujî re" daxuyaniyekê nivîskî dan û gotin: "Em daxwaz dikin ku bi diyalogê pirsgirêkên bên çareserkirin."    Bertekên li dijî hewldanên alozî û şer berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Eniya Nîştimanî ya Germiyan bi piştgiriya 117 kesayetan daxuyaniyek da û banga aştî û diyalogê kir.    Di daxuyanî bi navê "Na ji şerê birakujî re" hat dayîn û wiha hat gotin: "Roj bi roj metirsiya lêdana du hêzên hevziman zêdetir dibe. Şerê birakujî planek ê dijminê Gelê Kurdistanê ye. Dijmin timî xwestiye navbera me xerab bikin û destê bira bi xwîna yek xor bikin. Di dîrokê de li her çar parçeyên Kurdistanê hêzên kurd li herêmên xwe hinek car destê aştiyê ji bo hikûmetan dirêj kiriye û gav avêtîne.    Tu sedemek nîne ku bira guftûgo nekin û li ser xalên nakok lihev nekin. Ne tenê ev, belkî divê niha ku li gorî me hemûnan DAIŞ û komên çekdaran ên mane ku li dijî me hemûyan in. Weke destpêkê bi yek çeperê de li dijî şer bikin. Bi hêzekî pola lê bidin. Ne berê tifengê xwe bidin yek û ji aliyê din ve welatên cîran û komên terorîst me bikuj in. Li Kerkûkê, Duz û herêmên din metirsiyên yên ji derve hatine heye û rojane ziyanê didin malên kurdan. Welatên cîran me topbaran dikin û hewl didin ku li ber çavê cîhanê wêneyek kirêt ji bo me danin û ji bo kuştina me sedeman bibînin.   Em weke Eniya Niştîmanî ya Germiyan li dijî şerê birakujî û rijandina xwîna bira ne. Dibe ku ji hemû aliyan zêdetir me metirsiya şerê navxweyî, malwêranî û berhemê wê dîtibe. Hêvî dikin ku êdî cergê dayikan neşewite û berê ciwanên nîştiman nedin Deriya Egeyê û gurên li ser sînor. Li ser her tiştî re me hest bi metirsiya şerê birakujî kir. Daxwazê ji we dikin ku diyalogê bikin şûngeha gefan û bikin rêya çareseriyê. Wê dîrok bi birakujiyê rûpel reş tomar bike. Di dawiyê de jî hemû şer bi aşiyê dawî dibe.”