Nayê zanîn ku Zeynep Celaliyan li ku ye 2020-11-10 11:48:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara kurd a girtî Zeynep Celaliyan a ku duh êvarê ji aliyê leşekerên rejîma Îranê ve ji Girtîgeha Kirmanşanê hat girtin, nayê zanîn ku birine kîderê.   Li gorî çavkaniya ku bûyer ragihand, hat ragihandin ku Zeynep a neqlî girtîgehên Kirman û Kirmanşanê hatibû kirin ji ber kelepçekirin û bi erdê re kaşkirinê li milê wê û li çoga wê şopên birînan hebûne.