Emîrê 2 salî jiyana xwe ji dest da 2020-11-10 11:41:57   ENQERE- Li navçeya Qoserê, zarokê 2 salî Emîr Aydin ku li benda neqla koka hucreyê bû, jiyana xwe ji dest da.    Zarokê 2 salî Emîr Aydin ku ji taxa Tepebaşî ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê bû û li benda neqla koka hucreyê bû ku li  Enqereyê li nexweşxanê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Zêdetirî salekê bû ji bo Emîr kampanya dîtina koka hucreyê hatibû destpêkirin lê ya guncav nehatibû dîtin. Herî dawî hatibû ragihandin ku dê ji bavê wî koka hucreyê neqlî wî bê kirin.    Wê cenazeyê Emîr li Qoserê bê veşartin.