'Li dijî lîstîkên qirêj em ê xwedî li axa xwe derkevin' 2020-11-10 11:26:42   Almaz Nayîf- Evîn Zenda   ŞENGAL - Jinên êzidî li dijî hevpeymana Bexda-Hewlerê û êrîşên ku pêk hatî, da zanîn ku dê li dijî dek û dolabên hikûmetan xwedî li axa xwe derkevin û gotin: "Dibêjin em ê we biparêzin, heke biparêzin çima arteşa tirk êrîşê li me dike? Divê bê zanîn ku em êrîş û lîstokên qirêj qebûl nakin."    Duh şandeyek Hikûmeta Bexdayê bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê re civînek li dar xist. Di dema civînê de girseyek qelebalix a gel jî li ber derî kom bû û helwesta xwe nîşan da. Girseya ku duh kom bûyî li hemberî êrîşa ku pêk hatî bertekên xwe û nêrazîbûnên xwe anîn ziman. Jinên ku tevlî meşê bûn nêrînên xwe ajansa me re anîn ziman û gotin tu carî li hemberî kiryaran bêdeng namînin.    Sînem Îbrahîm a ku tevlî çalakiya duh bibû wiha axivî: "Dewleta tirk hemû kurdan ji xwe re kiriye hedef. Niha tevahî civaka şengalê ji bo tifaqa navbera Bexda û Hewlêrê de li ser lingan e. Weke bersiva gelê herêmê jî bi balfiran li zarokên me didin em vê yekê şermezar dikin û tucaran napejirînin."    Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJE) ya gunde Guhbel Pakize Celal jî bertekên xwe bi van peyvan anî ziman: “Ji bo em layiqê şehîdên xwe derkevin em dikevin nava hewldanan. Em tu caran van êriş û listokan na pejirînin. Digotin dê leşkerên Iraqî parastina êzidiyan bikin ger wiha bûya zarokên me nedibûn hedefa balafiran. Êdî em li hemberî van lîstokan bedeng namînin."    Emşê Şengalî jî bi van peyvan nerazîbûna xwe anî ziman: "Em weke dayikên Şengalê tu caran dev ji tekoşîna xwe bernadin û daxwaz dikim tevahî Şengal li bermberî van planên qirêj li ber xwe bidin. Şeva borî carekdin erîşê zarokên me kirin. Em edî van erîşan qebûl nakin. Edî zarokên me axa xwe diparezin. Hemû zarokên welatên din jî axa xwe diparezin.”