'Em li dijî polîtîkayên bêedaletiyê xwe bi rêxistin dikin' 2020-11-10 09:19:52   STENBOL - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Stenbolê bi çalakiyên 25'ê Mijdarê li dijî "polîtîkayên bêedalet ên dewletê" armanc dike ku bi jinan bê gel hevdu.    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berî rojekê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi daxuyaniyê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê dabû. Di nava çalakiyan de mijarên mîna; tundiya li ser jinê, Peymana Stenbolê, bandora aboriyê ya li ser jinan, berfirehkirina hişmendiyê û gelekên din cihê xwe digirin.    'Em ê dengê jinan bilind bikin'   Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Stenbolê Beser Çelik têkildarî çalakiyên 25'ê Mijdarê de agahî da. Beserê da zanîn ku çalakî hem têkildarî 25'ê Mijdarê hem jî piştî wê ne û wiha got:"Ji derveyî plansaziya meclîsa jinê ya rêveberiyên herêmî jî hene. Em ji bo dengê jinan bilind bibin û tundiya ku zêde bûye bi dawî bibe panel, hevdîtinên jinan li dar bixin û li sînevizyonan temaşe bikin."   'Bi zagona înfazê jin hedef hatin girtin'   Beserê da zanîn ku polîtîkayên tên meşandin bê edalet in û wiha pê de çû:"Me pêvajoya ku pandemiyê herî zêde bandora neyînî li jinan kir dît. Divê dewletê di vê pêvajoyê de li dijî nexweşiyê polîtîkayên cuda têxista meriyetê lê belê bi zagona înfazê jin hedef girt û kesên tecawizkar, komkujiyê dikin, destdirtêjiyê dikin bi zagona înfazê derxist derve. Bi vê yekê ev kiryar rewa hatine dîtin."   'Li dijî polîtîkayên dewletê em ê têbikoşin'   Beserê da zanîn ew ê li dijî polîtîkayên dewletê tora herêmî berfireh bikin û wiha got:"Peymana Stenbolê girîng e û divê bê bicihanîn. Em ê di çalakiyan de li ser Peymana Stenbolê biaxivin û nîqaş bikin. Em ê çalakiyên cur be cur bikin û semîneran li dar bikin."   'Ew ê bêtir jin xwe bi rêxistin bikin'   Beserê bi lêv kir jin di qada aboriyê de bi pirsgirêkan û zehmetiyan rû bi rû dimînin û wiha got:"Ji ber pirsgirêkên aborî di nava jinan de pirsgirêka jixwebariyê rû dide. Em ê hem di 25'ê Mijdarê de hem jî piştî wê bi saziyên din ên jinan re tora xwe ya rêxistinî pêş bixin û ew ê bêtir jin xwe bi rêxistin bikin."   'Divê jin bi me re têkevin nava diyalogê'   Beserê da zanîn divê jin bi wan re têkevin nava diyologê û wiha bi dawî kir:"Ji hemû jin rengê xwe tevlî vê têkoşînê bikin divê bi me re têkevin  nava diyalogê. Dewlet bêyî ku li rengê jinê binêre polîtikayên xwe yên tundiyê li dijî jinê bi kar tîne. Nasnameya jinan çi dibe bila bibe em armanc dikin ku em bi hemû jina bên gel hevdu."