Şandeya Jinên Êzidî: Hevpeyman berdewamiya fermanê ye 2020-11-10 09:12:55   Viyan Said - Almas Nayif   ŞENGAL - Neam Elyas û Sebîha Sebrî di şandeya Silêmaniyê de cih girtin û gelek sazî û dezgehan re hevdîtin pêk anîn. Neam, diyar kir ku hevdîtinên ku pêk hatî erênî bû û got: "Me di hevdîtinan de got em rê nadin fermanek din pêk bê." Sebîha jî da zanîn ku cara yekem ji civaka êzidiyan şandeyek jinan hat avakirin û wiha axivî: "Em xwedî bi îrade ne û em dikarin derbarê xwe de biryaran bigirin."    Di 8'ê mijdarê de gundê Barê yê bajaroka Xanesor ya Şengalê ji hêla balafirên bêmirov ên bi çek yên arteşa tirk ve hat bombebaran kirin. Hem êrîş û hem jî hevpeymana di navbera Bexda û Hewlêrê bû sedema bertekên êzidiyan. Jinên ezîdî li dijî hevpeymanê şandeyek avakirin û şandeyek li Bexdayê û şandeyek jî li Silêmaniyê rêzehevdîtin pêk anîn. Endama Tevgera Azadiya Jnên Êzidî (TAJÊ) Neam Elyas û berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî di şandeya Silêmaniyê de cih girtin. Derbarê mijar û hevdîtinan de ji ajansa me re axivîn.    Neam Elyas di şandeya Silêmaniyê de cih digirt û gelek saziyên  sivîl û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî. Neam, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên ku pêk anîne û got: "Şandeya me a jinên ezîdî li Silemaniyê bi sazî û rayedaran re hevdîtin pek anî. Hevdîtnên me li ser hevpeymana Bexda û Hewlerê bû. Qebûlkirin hevpeymanê tê wateya berdewamiya fermana 2014’an ne."   'Jinên êzidî rolek mezin lîst'   Neam, diyar kir ku jinên êzidî gelek êş û zehmetiyan re rûbirû man û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Weke jinên êzidî êş û zehmetiyên mezin me dît. Îro dixwazin rexistina jinê tune bikin û şîdetê li ser jin giran bikin. Jinên êzidî piştî fermanê di nav civaka xwe de rolêke herî mezin lîst û pêşengiya civake kir. Em edî xwedî rêxistin û vîn in ji ber vê jî biryara ku hatî girtin em tucarî qebûl nakin."   'Hevdîtinên şandeya me girîng bû'   Neam, wiha bal kişand ser armanca avakirina şandeya jinan: "Li dijî fermanek din me şandeyek ava kir û me berê xwe da Silêmaniyê ye. Me gelek hevdîtin pêk anî. Me di hevdîtinên xwe de bi zelalî got em carek din peşmergeyan li ser axa xwe naxwazin. Ev bû 6 sal zarokên me axa me û me diparez in. Hewcedar bi hêzên din nîne. Yên ku me hevdîtin bi wan re pêk anîn erênî nêzê me bûn. Ligel her tiştî di vê civaka êzidî bibin yek. Êşa me jinan yek e û pewîste em bi hev re têbikoşin. Em rabin ser piyan û li hemberê vê bisekinin. Tişta hat serê jinên Ezidî dê gelo çawa vê biryarê qebûl bikin?"   'Em xwedî bi îrade ne'   Sebîha Sebrî jî di şandeya Silêmaniyê de cih girtibû û diyar kir ku divê vîna êzidiyan bê qebûlkirin û wiha bi lêv kir: "Hevpeymana di nav bera Bexda û Hewlêrê de tê wateya nenaskirina civaka êzidiyan. Bêyî agahiya êzidiyan li hemberî êzidiyan biryar hatin girtin. Ev 6 sal in em li Şengale li ber xwe didin. Bi Rêveberiya Xweser em xwe birêvedibin. Em edî xwedî bi îrade ne tu kes nikare li ser me biryaran bigire."   'Êzidî êdî xwe birêxistin kiriye'   Sebîha, destnîşan kir ku hevdîtina şandeya jinan gavek girîng bû û mijar wiha şîrove kir: "Em jinên êzidî êdî fermanek din a nû nikare rake. Bi hezaran jin û zarokên me hîn çarenûsa wan ne diyar e. Me xwe birêxistin kir ku em bibin bersiv ji bo fermanan û rê nedin fermanên din. Lê em îro dinêrin ku dijmin dîsa jin kiriye hedef. Her wiha yên ku bikarin bibin bersiva fermanan dîsa jinên êzidî ne. Piştî fermanê bi taybet jinên êzidî yekem car hevdîtinek wisa pêk anîn. Weke jinên êzidî ji bo me gavekê herî mezin e. Êdî jinên êzidî di her alî de xwe birêxistin kiriye û xwedî bi îrade ye."   'Cara yekem şandeyek wisa hat avakirin'   Sebîha, bal kişand neqebûlkirina hevpeymanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Edî weke jin em biryaren li ser me tên girtin qebûl nakin. Çûyîna me ya Silêmaniyê girîng bû. Me li Silêmaniyê sazî û rayedaran re hevdîtin pêk anî. Em weke jinên êzidî piştgiriya civaka xwe dikin. Hevdîtin bi giştî erênî bûn û sazî û dezgehên sivîl piştgiriya xwe ya ji bo êzidiyan anîn ziman. Cara yekem ji hêla jinên êzidî ve şandeyek wisa hat avakirin û ev tişt ji bo jinan gavek mezin bû. Em bi vîn û rêxistine dikarin civaka xwe biparezin. Jin berpirsiyara civaka xwe ye."