‘Polîtîkayên PDK û tirkiyeyê wek hev in’ 2020-11-10 09:10:31   Dilucan Bozî   KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl têkildarî mijara daxuyaniya ku ji aliyê Mesûd Berzanî ve hatiye dayin û siyaseta ku li Başurê Kurdistanê tê meşandin, nirxandin kir. Mizgînê wiha got: "Siyaseta ENKS û PDK'ê siyaseta dewleta tirk e. Bersiva Mesûd Berzanî ya ji bo Hevseroka KCK'ê Besê Hozat em şermezar dikin."   Ji salên 1990’an de û heta niha bê navber dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşî Herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Herî dawî jî bi awayekî raste rast PDK’ê di 16’ê Hezîrana 2020’an de bi leşkerên tirkan re hewil dide ku gelek qadên parastina medyayê bike bin kontrola xwe. Ev demeke dirêj e ku bangewaziya lidarxistina kongreya neteweyî tê kirin û daxwaz tê kirin ku PDK beşdarî vê kongreyê bibe. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî partiyên Kurdan bi taybetî jî PYD’e banga yekrêziya Kurd dike û daxwaz dike ku ENKS beşdarî yekrêziyê bibe. Lê belê ENKS û PDK’e yekrêziya kurd napejirînin. Her wiha ENKS li dijî pergala hevserokatî û Zimanê Kurdî ya di dibistanên kurdan de derdikeve.    Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl ev mijar nirxand û ji me re parve kir.   ‘PDK li ser xeta îxanetê dimeşe’   Mizgînê bal kişand ser bangewaziya KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî û wiha got: “Ev demeke dirêj e ku KCK'ê bang li PDK'ê  û partiyên Kurdan dike ku kongreya neteweyî li dar bixin û yekrêziya kurdan bê avakirin. Lê belê PDK li dijî bangawaziya KCK’ê derdikeve û li dijberî wê bi dijiminên kurdan re dibe yek. Em di demeke wisa de ne ku tevahî partiyên herêmê dixwazin li hev bicivin û dixwazin wekheviyê di nava xwe de bidin avakirin. Lê PDK û ENKS li dijî yekrêziya kurd derdikevin û li dijî Gelê Kurd, dibin şirîkê dewleta tirk. Bi salan e nêzîkatî û hişmendiya PDK’ê dûrî xizmeta gelê herêmê ye. Di her demekê de li dijî tevgerên Kurd bi dijiminan re dibe yek û îxanetê li tevgerên Kurdan yên li herêmê dike. Em ji bîra nakin ku di sala 1992’an de cardin bi pêşengtiya PDK’ê dewleta tirk êrîşî çiyayên Kurdistanê herêmên Xakurkê û deverên din kirin. Bi destên pêşmergên PDK’ê rêhevala me Bêrîtan û gelek hevalên din jiyana xwe ji dest dan. Di helwestên PDK û ENKS’ê de diyar e ku yekrêziya Kurd naxwazin û bi awayekî vekirî li dijî peregala hevserokatiyê derdikevin. Kesên  ku li dijî pergala hevserokatî û zimanê Kurdî derkeve, ew yekser dibin dijminê Gelê Kurd. Bê guman hevdîtinên yekîtiya neteweyî , heta astekê hatin domandin lê ne têrker in. Ji ber helwesta ENKS'ê ya li dijî pergala hevserokatî û zimanê Kurdî diyalog hatin sekinandin. Ev nêzîkatiyên PDK’ê û ENKS’ê didin diyarkirin ku ew pergala desthilatdar diparêzin.”   ‘Polîtîkayên PDK û tirkiyeyê wek hev in’   Mizgînê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku PDK li dijî xeta jinên têkoşer û siyastemedaran derdikeve û wiha pê de çû: “Siyaseta ku dewleta tirk li dijî jinan dide meşandin îro PDK jî wê siyasetê dide meşandin. Di 3'yê Mijdarê de Mesûd Berzanî daxuyaniyek da, di wê daxuyaniyê de Mesûd Berzanî bersiva Hevseroka KCK'ê Besê Hozat dide. Ew axaftinên ku li ser hevala me Besê Hozat hatiye kirin cihê şermezariyê ye û nayê pejirandin. Heman siyaset li ser jinan tê meşandin û dixwazin rola jin di pergala hevseroketiyê de biçûk bixin. Em wek Rêxistina Kongreya Star ya Herêma Firatê vê yekê li ser hevalên xwe yên jin tu carî qebûl nakin. Divê Mesûd Berzanî careke din li gotinên xwe bizîvire. PDK dixwaze pilanên dewleta tirk li ser gelê me bide meşandin û li şûna pergala hevseroketiyê pergala desthilatdariyê bide ferzkirin.  Bi salan e dewleta tirk êrîş dike, da ku projeya netewa demokratîk pûç bike.  Di heman demê de îro ENKS û PDK jî pergala hevseroketiyê û ziman Kurdî red dikin”   ‘Tevgera azadiyê têkoşîna parastina gelan dike’   Mizgînê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku yê bi salan e gelan diparêzin têkoşerên azadiyê ne û yên ku axa Başûrê Kurdistanê firotin jî PDK ye û wiha bi dawî kir: “Kesên ku gelê Başûrê Kurdistanê diparêzin diyar in. Dema ku Kerkûk, Mexmûr û Şengal hatin dagirkirin yên ku xwe paşve vekişandin pêşmerge bûn.  Têkoşerên azadiyê daketin qadan li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û tevahî herêmên Başûrê Kurdistanê ji çeteyan parastin. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, wê demê dîsa pêşmerge reviyan û gelê Şengalê bi tenê hiştin. Yên ku Şengal rizgar kirin û parastina şervanên azadiyê bûn. Derbasbûna dewleta tirk a ser axa Başûrê Kurdistanê, avakirina baregeh û kargehan bi destên Mesûd Berzanî ye. Divê Mesûd Berzanî li xwe vegere û bizanibe ku dijbertiya Gelê Kurd dike. Di demeke ku divê em hemû partiyên Kurd li hev bên û yekîtiya xwe ava bikin, li beramberî wê Mesûd Berzanî jî hevkariya dewleta tirk dike û Başûrê Kurdistanê radestî dewleta tirk dike. Banga min ji Mesûd Berzanî re heye ku dest ji xeta îxanetê berde, bi Gelê Kurd re bibe yek û li dijî dewleta tirk bibe xwedî helwest.”