'Dê sermaya zivistanê li hember berxwedana me nebe kelem' 2020-11-10 09:08:34   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Koçberên Efrînê yên ku li Wargeha Berxwedan a Şehbayê bi cih bûne, zehmetiyên jiyanî yên ku di demsala zivistanê de bi berxwedana xwe derbas dikin anîn ziman û wiha gotin: “Zehmetiyên zivistanê wê li hember berxwedan û vîna Efrîniyan, nebe kelem.”   3 sal ji ser gelê Efrînê yê ku koçberî  wargeh û gundewarên Kantona Şehbayê bûne, derbas bûn. Tevî şert û mercên zehmet, dîsa jî hewildana domandina berxwedana xwe, dikin. Her çiqas serma û demsala zivistanê dijwar be jî, vîn û îradeya wan nehatiye şikandin. Di nava konên vegirtî de doza vegera Efrînê dikin. Jinên Efrînê yên ku li kampa Berxwedan a Şehbayê dijîn nêrînên xwe derbarê hatina demsala zivistanê de anîn ziman û bi me re parve kirin.   ‘Kon gelek xetereyan li ser jiyana mirovan dide avakirin’   Jina bi navê Zahîde Xilo ku ji welatiyên Kantona Efrînê ye û li Wargeha Berxwedan bi cih bûye wiha dibêje: ”Em koçî Kantona Şehbayê bûn û di nava wargehên koçberiyê de bi cih bûne. Niha demsala zivistanê li ber me ye, gelek zehmetiyên jiyanî hene. Ji ber em di konên naylon de ne dema pêxistina sobeyan gelek kon dişewitin.  Zarok  jî ji ber sermaya dijwar nexweş dikevin. Em nizanin xwe ji serma an ji êrîşên dewleta tirk biparêzin. Her Efrîniyek ji bo axa xwe li ber xwe dide.”   ‘Ji betaniyan em cilan çêdikin’   Leyla Hisên jî zehmetiyên demsala zivistanê ya di nava çadirên koçberiyê de wiha anî ziman: “Demsala zivistanê îsal gelek dijwar e. Bi barîna baranê re hemû konên me tijî av dibin. Em van zehmetiyan bi berxwedana xwe derbas dikin. Her çiqas mirov bixwaze jî kon tu carî wek xaniyan nabe, loma jiyana wê dijwartir e. Her kesek nikare van zehmetiyan tehemûl bike. Ne tiştekî hêsan e ku mirov di bin konên naylon de bijî. Em ji betaniyan cilên zivistanê çêdikin û xwe ji sermayê diparêzin.”   ‘Şaredarî piştgiriyê dide me’   Qudret Dawûd bal kişand ser alîkariya şaredariyê û ev tişt got: “Bi taybet bi hatina zivistanê em bi zehmetiyên jiyanî re rû bi rû dimînin. Lê bi alîkariya şaredariyê, em hinekî van zehmetiyan derbas dikin. Tu rêxistinên mirovî heta niha rewşa me ber bi çav re derbas nekirine. Sermaya qerisî wê  li hember berxwedana me, nebe kelem.”