Li Cizîrê binçavkirin hatin şermezarkirin: Em serî natewînin 2020-11-09 14:56:48   ŞIRNEX - Rêxistana HDP'ê ya Şirnexê li Cizîrê bi daxuyaniyekê bertek nîşanê binçavkirinên vê sibehê hatin kiirin da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hember êrîş û binçavkirinan ew êserî natewînin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê de serê sibehê li Cizîrê bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtina malan de di nav de Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç, Hevşaredara Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin bi giştî 10 kes hatin binçavkirin. Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Selahattîn Ozkalay jî li avaghiya partiyê ji aliyê polîsan ve hat binavkirin. Her wiha polîsan li Cizîrê bi ser mala endamên HDP’ê Emîn Kalkan û Mustafa Dal de jî girtin lêgerîn kirin. Lê ji ber ku ne li malê bûn nehatin binçavkirin. Di derbarê binçavkirinan de Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê li gel hilbijêrên xwe yên Herêma Botan li ber avahiya HDP’ê ya Cizîrê daxuyanî da.    Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozgûneş, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyê û aktîvîstên TJA’yê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Binçavkirin û zext nikarin me bisekînin’ hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevşaredarê Cizîrê ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin Mehmet Zirig ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îqtîdara AKP-MHP’ê di her qada welat zext, zilm, zordarî û şer dide meşandin û wiha hat berdewamkirin: “Kesên ku li hember zilm û zordariyê li ber xwe didin hedef hatine girtin û bi girtinan dixwazin wan bidin sekinandin û bê hêvî bikin. Îqtîdar ji bo dînamîkên berxwedana demokrasiyê bide sekinandin hemû amûrên xwe yên şer kiriye dewrê. Li dijî me HDP’ê, partiyên siyasî yên ku berxwedana demokrasiyê dimeşînin, komele, jin û ciwan êrîş tên kirin û dixwazin me tune bikin.”   Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku îqtîdarê kurd kirine hedefa xwe û ev tişt hat gotin: “Bi van polîtîqayan pêkanînên dijminatiyê kirine dewrê. Bi hezaran endam, hevşaredar û siyasetmedar bi awayek bê hiqûqî girtî ne. Qeyûm avêtin ser hemû şaredariyên me  û vîna mîlyonan hat xespkirin. Vê jî  têra îktîdarê nekir û îro serê sibehê bi awayek bêhiqûqî bi ser gelek malan de girtin. Hilbijêrên vîna gelê Cizîrê hatin binçavkirin. Îktîdar bila vê baş bizanibe ku em serî netewand û em ê netewînin. Gelê Botanê wekî her carê li hember hemû êrîşan li ser nigên xwe disekine. Êrîş nikarin me bidin sekinandin.”   ‘Hemû îktîdar ji ber berxwedana gelê kurd têk çûn’   Piştre Nuran Îmîr a HDP’yî axivî û got bi salane li dijî gelê kurd êrîş û komkujî tên kirin û wiha anî ziman: “Bi taybetî jî îqtîdara AKP-MHP’ê van 5 salên dawiyê polîtîqayên nû kirine dewrê. Bi girtin, binçavkirin û qetilkirinan nikarin vîna gelê kurd tune bikin. Îqtîdar bi polîtîqayên qirêj berê xwe da ye partiya me. Li Botanê yek bi yek li mal û li hevalên me geriyan. Bi vî awayî bawer dikin ku HDP’ê teslîm bigirin. Lê hevalên me li hember vê êrîşê bersiva berxwedanê dan. Ji ber ku van polîtîqayên wan encam negirt bi girtin û binçavkirinan berê xwe dan partiya me. Îro hilbijêrên Botanê bi awayek bêhiqûqî hatin binçavkirin. Bi salanin ev zilm tê kirin. Gelek îqtîdaran xwestin vîna vî gelî xesp  bikin. Lê belê hemû îqtîdar ji ber berxwedana Gelê Kurd têk çûn. Dewletek wisa qels û rizyayî çawa bi awayek  bêhiqûqî hilbijêrên me dike binçavan? Bi çi mafî çekê didin serê malbat û zarokên me.”    ‘Me serî netewand û em ê netewînin’   Nuran, dawiya axaftina xwe de got ku di pêvajoya 25’ê Mijdarê de ev binçavkirinên hatine kirin li dijî jinê pêk hatin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev êrîş li dijî têkoşîn û berxwedana jinê ye. Em ê bi berxwedana xwe ji van êrîşan re bibin bersiv. Êrîşên li dijî hevalên me li dijî têkoşîna jin û partiya me ne. Hûnê nikaribin vîna me teslîm bigirin. Me serî netewand û em ê netewînin. Hevalên me serbest berdin.”   Daxuyanî bi dirûşma “HDP gel e, gel li vir e” û  bi çalakiya rûniştin ya 5 deqe bi dawî bû.