'Siyaseta PDK'ê daxwaza dijminên kurdan pêk tîne' 2020-11-09 14:17:32   HELEB - Meclîsa Jinê ya PYD'ê ya bajarê Helebê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk daxuyanî da.   Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re û êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê, li hola şehîdan a taxa Şex Meqsûdê şermezar kir. Di daxuyaniyê de bi dehan nûnerên partiyên siyasî, endamên sazî û dezgehên jinan amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Meclîsa Jinê ya PYD'ê Hêvîn Silêman ve hate xwendin.  Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta tirk ev demeke bi hevkariya PDK'ê sewqiyata xwe ya leşkerî li qadên parastina medyayê dike. Her wiha PDK'ê bi hevkariyên cur bi cur gef li Şengalê dixwe. Xiyaneta ku PDK'ê li Şengalê kiriye nayê jibîrkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê, gelê Şengalê ji nû ve bi rêxistin kir û pergala Rêveberiya Xweser ava kir. Em nahêlin ku careke din ev ferman dubare bibe. Hêzên me yên leşkerî ji bo parastina rûmeta gelê xwe gelek bedelên giranbuha dan.   Ev demên dawî Mesûd Barzanî hin daxuyaniyan dide û daxuyaniya wî tucaran nakeve xizmeta Gelê Kurd û doza kurdan. Berovajî vê ev siyaseta ku dide meşandin bi temamî xwestek û daxwaza dijminên kurdan pêk tîne. Di vê demê de tiştê ku ji me tê xwestin em kurd bibin yek û bi yekîtiya xwe hemû pilanên dijminên Gelê Kurd û Kurdistanê vala derbixînin.     Em weke Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk bi tundî hewildanên şerê navxweyî şermezar dikin û em bang dewletên navneteweyî dikin ku dawî li terora dewletê bê anîn."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.