Rêxistina Rojava pêdiviyên paqijiyê li dibistanan belav kir 2020-11-09 13:22:41   HESEKÊ - Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Pêşxistinê, li dibistana Sêf Dewle û Şerîf Debax ya bajarê Hesekê pêdiviyên paqijiyê li xwendekarên dibistanê belav kir.   Bi belavbûna Vîrusa Koronayê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser biryara qedexeya nîvco ragihand. Ji bo ku Vîrusa Koronayê bandorê li xebatên perwerdehiyê neke, xwendevan bi tedbîr xwendina xwe dewam dikin. Îro jî Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Pêşxistinê, ji bo parastina tenduristiya xwendevanan li dibistana Sêf Dewle û Şerîf Debax ya bajarê Hesekê rûpoş, lepik û dermanên paqijiyê belav kir.    Endama Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Pêşxistinê, Lîlav Mihemed teqez kir ku hejmara xwendekarên her du dibistanan 500 e û ji bo parastina tenduristiya wan dest bi vê pêngavê kirine û wiha gotina xwe bi lêv kir: "Me îro dest bi pêngava ji bo parastina xwendekaran a ji xeteriya Vîrûsa Koronayê kir. Pêngava me bi taybet ji bo dibistanan e. Di hundirê van pêdiviyan de rûpoş, lepik û dermanên paqijiyê hene. Em ê pêdiviyan li tevahî dibistanên bajarê Hesekê belav bikin."   Hêjayî gotineyê ku dê pêngava Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Pêxistinê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bike.