Jinên êzidî bertek nîşanî êrîşan dan 2020-11-09 10:45:45       Nesrin Hesin / Viyan Said   ŞENGAL - Jinên êzidî êrişa duh a li hemberî Şengalê şermezar kirin û gotin: "Ligel ku zarokên me axa Iraqê diparêzin jî êrişek wisa pêk hat û Hikûmeta Iraqê hêj jî hemberî êrişan bêdeng e. Li hemberî Şengalê planên qirêj pêk tê lê divê bê zanîn ku em tu carî hevpeymana Bexda û Hewlêrê qebûl nakin. Em dev jî axa xwe bernadin û zarokên me dê axa me biparêz in."    Ligel bertek û nêrazîbûnên li hemberî hevpeymana Bexda û Hewlêrê ya derbarê Şengalê de hatî îmzekirin didomin, duh balafirên bêmirov ên bi çek yên arteşa tirk mezraya Xelef a girêdayî gundê Barê yê bajaroka Xanesor ya Şengalê bombebaran kirin. Piştî bombebaranê şêniyên li Şengalê berê xwe dan cihê bûyerê. Şêniyên ku berê xwe dan cihê bûyerê hem bertek nîşanî êrîşê dan û hem jî derbarê hevpeymanê de nêrînên xwe anî ziman. Jinên êzidî derbarê mijarê de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.    'Zarokên me axa Iraqê jî diparêzin lê...'   Neam Bedel endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidixanê (TAJE) li hemberî êrîşên bertekên xwe anî ziman û got: "Zarokên me li vir axa Iraqê diparêzin û lê bi êrîşan re rûbirû dimînin. Heke hikûmeta Iraqê ax û gelê xwe biparasta rê li ber balafirên arteşa tirk bigirta ev tişt pêk ne dihatin. Em jî li ser axa Iraqê ne lê hêzek din tê êrîşê axa Iraqê dike. Zarokên me axa Iraqê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. Lê îro jî Iraq tê zarokên me dixe. Em tu care vê qebûl nakin û em tu carê zarokên xwe tenê nahelin û em e her tim li pêy zarokên xwe bin. Hemû kesên ku li ber vê axê canê xwe daye hemû zarokên me ne. Bila hevkarên mala Barzanî jî bizanibin em tu carê serê xwe natewînin. Çi êrîş bên kirin jî em ê li ber xwe bidin û em tu carî zarokên xwe tenê nahêlin."    'Em naxwazin peşmerge bê Şengalê'   Xoxe Cindî jî şêniya gundê Xansore li ser bûyer û erîşa pêk hatî wiha nêrînê xwe anî ziman: "Duh êvarê balafirên dewleta Tirk êrîşê zarokên me kir. Ji me re dibejin em ê peşmergeyan bînin vê de re. Tu kes vê tiştî qebûl nake. Hatinê niha ji me re dibêjin em e Şengale bifroşin. Em Şengalê nadin. Em bi vî awayî bimrin jî em Şengala xwe nafroşin. Em hemû jî biçin jî em dev jî Şengalê bernadin. Neviye me jî şehîd bikeve jî em Şengalê nadin. Em nahelin ku carekê din xiyanet li Şengale pêk bê. Em tu care nahelin ku peşmerge derbasî axa Şengale bibe. Em jin û zarokê êzidî jibîr nakin. Li sûkan hatin firotin û li dewletan hatin belavkirin. Hewcedariya me bi tirsonekan nîne."   'Li ser axa me êrîşê li zarokên me dikin'   Şêniya gundê Xanesorê Emşê Şengalî jî bertek nîşanî êrîşan da û wiha axivî: "Em dewleta tirk a dagirker şermezar dikin. Li ser axa me erîşê zarokên me dikin. Nahelin em weke şêniyên Şengalê li ser axa xwe bi vîna xwe bijîn. Em serê danaynin em e heta dawiyê li ber xwe bidin. Me erîşê tu kesê nekiriye lê ew tên li ser axa me zarokên me qetil dikin. Çi erîş li ser me bê kirin jî em vê qebûl nakin.”   'Îro li ser Şengalê planên qirêj tên meşandin'   Endama TAJE Kinê Xidir, hem êrîşa ku duh pêk hatî şermezar kir û hem jî biryara ku li Bexda û Hewlêrê hatî girtin şermezar kir: "Em êzidî êdî rêveberiya berê ya ku bû sedema fermanê li ser axa xwe qebûl nakin. Hemû kes dizanê ku peşmerge di fermana 2014’an de me di destê DAÎŞ’e de hiştin. Em nehatin parastin, jin û zarokên me ketin destê DAÎŞ’e. Bi hezaran êzidî hatin qetil kirin. Em Şengalî qebûl nakin ku carekê din vegerin ser axa me. Îro li hemberî Şengalê planên qirej tên meşandin. dixwazin rexistina me ji holê rakin. Em jî dibejin we tu care ew ser nekevin. Em tu carê nahelin ku bê vîna me li ser me biryaran bigirin. Em êzidî têne dikarin li ser axa xwe biryaran bigirin. Em îmzeya di navbera Hewler û Bexda qebûl nakin."   'Bila gelê me bêdeng nebin'   Endama TAJE Macide Şengalî di axaftina xwe de bal kişand ser fermana 3'ê tebaxa 2014'an û wiha nerînên xwe anî ziman: “Îro em weke jin û êzidî rabûn ser piyan û biryara hatiye girtin em qebûl nakin. Di dema fermanê de xiyanet li me hat kirin. Em tu care wan rojan ji bîr nakin. Gelê Şengale edî bûye xwedî îrade û hez. Em edî ne weke berê fermanê ne. Em xiyaneta li me hatiye kirin tu carî ji bîr nakin. Em weke Şengalî axa xwe diparezin û em tu kesên din li ser axa xwe naxwazin. Em qebûl nakin tu hezên din werin Şengale û me biparezin. Em hene û em e hebin jî. Zarokên me axa xwe û gelê xwe diparezin. Bila gelê me li hember vê bedeng nemînin.”