Şandeya ji Emerîkayê serdana Kongreya Star kir 2020-11-09 08:40:07   KOBANÊ - Duh Şandeya Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî ya Emerîkayê, serdana rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê kir. Şandeyê wiha got: "Em hemû dizanin ku dewleta tirk êrîşên çawa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, lê îro em serdana hemû sazî û dezgehan dikin da ku em van kiryarên dewleta tirk bikim belge û di kongreya Emerîkayê de bînim ziman û ji wan re eşker bikin."   Şandeya Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî ya Emerîkayê, di 7'ê Mijdarê de serdana Muzexaneya Kobanê, Goristana Şehîd Dicle û dêra xiristaniyan geriyan. Paşê li navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herêma Firatê re civiyan û daxuyaniyek li ser kiryarên dewleta tirk dan. Her wiha duh serdana rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê kirin û bi wan re civiyan û li ser rêxistinkirina kar û xebatên Kongreya Star hat nîqaşkirin. Piştî civînê daxuyanî ji aliyê Cîgira Serokê Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî ya DY'ê Nadine Maynza û Koordînasyona Kongreya Star ya herêma Firatê Mizgîn Xelîl û Hedle Hesen ve hate dayîn.   'Berxwedana jinên Rojava, di cîhanê de deng veda'   Nadine di destpêka gotina xwe de kêfxweşiya xwe wiha anî ser ziman: "Ez gelekî kêfxweş im ku min hevdîtin bi Rêxistina Kongreya Star re kir, tiştê ku bala min kişand ew bû ku Kongreya Star xwe bi awayekî baş bi rêxistin kiriye. Di vê hevdîtinê de têkildarî rêxistinkirina jinan de min gelek agahî ji wan girtin. Pergala ku Kongreya Star ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin pergalake wekhev û ji bo azadiya xeta jinê dixebite. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan cihê xwe di hemû qadên jiyan de girtine wek qada siyasî, leşkerî, hunerî, aborî û civakî. Ev yek bandoreke mezin li ser jinên me kirin. Bi saya rêxistina jin û şerê ku şervanên YPJ/YPG'ê li Kobanê li hemberî hêzeke terorîst dan meşandin hişt ku hişmendiya civakê bê guhertin û gelek welat jî ev yek ji xwe re wek nimûne girtin dest. Ya girîng ku jinê xwe bi xwe civînên xweser bi rê ve dibin û bi baweriyeke xurt  didin meşandin. Em jî dixwazin vê yekê ji xwe re bikin bingeh û li Emerîkayê bidim meşandin. Em hemû dizanin ku gelek welatên radîkal û zayendperest hene li beramberî jinan dibin asteng, lê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya xebatên xwe ev astengî şikandin û ber bi azadiyê ve dimeşin."    'Divê em bi hev re kar bidin meşandin'     Nadina bal kişand ser komkujiya gundê Helincê û wiha got: "Bi rastî em geleki aciz in ji bo komkujiya gundê Helincê ku sê jinên têkoşer jiyana xwe ji dest dan. Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û yadê Emîne Weysî, ev hersê jinan roleke baş di nava civakê de leyistin û bi berxwedana van jinan îro jinên me jî gihîştine astekê û hewil didin ku hîna bi awayekî baş xwe di nava civakê de bi rêxistin bikin. Li hemberî vê komkujiya Helincê tu dewletên navneteweyî helwestên xwe diyar nekirin û hesab ji dewleta tirk nepirsîn. Ji bo ku Rêveberiya Xweser di navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî de bi awayekî fermî bê îlankirin em di nava xebatê de ne."    Daxuyaniya çapemeniyê bi pirs û bersivan bi dawî bû.   Di dawiyê de Kongreya Star wêneya jina azad diyarî şandeyê kir.