Rewşenbîrên Efrînê li dijî hevkujiyê daxuyanî dan 2020-11-08 14:08:54   ŞEHBA - Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Efrînê  li dijî hevkujiya ku bi destê dijmin tê meşandin li kampa Serdemê, daxuyanî da.    Bi armanca şermezarkirina şerê hevkujiyê yê ku bi destê dijmin li ser kurdan tê meşandin, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Efrînê helwesta xwe bi daxuyaniyekê nişanda. Daxuyaniya ku ji aliyê endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Efrîn, Mihemed Welîd ve hat xwendin li Kampa Serdemê bi beşdariya bi dehan ji endamên Yekîtiya Rewşenbîran, sazî û dezgehên sivîl hat dayin.     Daxuyanî wiha ye:   “Ji destpêka mirovahiyê ve civak bi şeran re rû bi rû mane û tu carî ev şer nebûne cihê çareseriyê. Şerê hevkujiyê civakan ber bi qirkirin û pişaftinê ve dibe û daxwazên dijmin pêk tîne. Êdî ji hevkujiyê re bes e. Pêwîste em parastina destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bikin. Riya wekheviya gelan bişopînin, ji ber ku ev yek dihêle ku dijminên me lawaz bikevin loma daxwaza meşandina hevkujiyê ji me dikin, da ku destkeftiyên Şoreşa me têk bibin. Li hember vî şerê ku tê kirin divê tevahî gelê me di serî de jin, ciwan û rewşenbîr pênûsa xwe bi kar bînin û rastiya dijminên xwe derxînin holê.   Em wek Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê bang li hemû rewşenbîran dikin ku bi erka xwe rabin û berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bînin, ji bo ku em civakeke demokratîk ava bikin û daxwazên dijminên Gelê Kurd vala derbixin.”   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî yekîtiya Gelê Kurd” bi dawî bû.