Şêniyên Helebê li dijî daxwazên ENKS’ê meşiyan 2020-11-08 10:57:09   HELEB - Şêniyên bajarê Helebê li dijî daxwazên ENKS’ê yên ji bo qedexekirina zimanê kurdî û şerê navxweyî daketin qedan û helwesta xwe bi meşekê nîşan dan.   Gelê Taxa Şêx Meqdû û Eşrefiyê li bajarê Helebê bi dirûşma “Ji yekitiya neteweyî re erê, jîxanet û dagirkeriya tirkiyê re na” li dijî daxwaza ENKS’ê ya qedexekirina perwerdeya zimanê kurdî li dibistanan, her wiha li dijî şerê navxweyî yê ku tê xwestin bê destpêkirin, meş li dar xistin. Meş ji taxa Şêx Meqsûd hat destpêkirin û heta çerxerêya Şehîd Destîne dewam kir. Di meşê de bi sedan kes, mamosteyên ziman, endamên sazî û dezgehên sivîl û nûnerên partiyên siyasî cihê xwe  girtin. Di meşê de alên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) , wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankertên bi dirûşmên”Şoreşa Rojava şoreşa ziman e”,”Zimanê me rûmeta me ye”,”Dibistan û zanîngeha me berhama şoreşa Rojava ye” hatin hilgirtin.    'Şoreşa me şoreşa hebûnê ye'   Di dawiya meşê de ji bo têkoşerên azadiyê yên jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat giritn. Piştî rêzgirtinê jî li ser navê Rêveberiya Komîteya Civaka Demoqratîk (KPC-D) Zîlan Şêxo axivî û wiha got: “Di serî de em hemû pakrewanên azadiyê bi bîr tînin û bejina xwe li hember bîranîna wan ditewînin.  Şoreşa Rojava ji bo bi destxistina zimanê dayikê berdêlên giranbûha dane. Şoreşa me şoreşa hebûnê ye, civakî û exlaqî ye.  Ziman jî hebûn,nasname û dîroka me ye. Ger ku îro zarokên me serbest bi zimanê xwe ji dibistanan heta  zanîngehan fêr dibin ev bi saya şoreşê ye.  Em hemû dizanin ku di pilanên navnetewî yên ku dixwazin welatê me parçe bikin de, hedefgirtina hebûna me û zimanê me heye. Li djî wê em ê li ber xwe bidin û nasnameya xwe biparêzin. Daxwazên ENKS’ê xizmeta berjewendiyên van dijminên me dike.”   Meş bi dirûşma ”Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.