‘Me giranî daye projeyên çandiniyê’ 2020-11-08 09:05:30   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Endama Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Xaliya Necar, têkildarî projeyên aboriya jinê yên ku hatine pêşxistin wiha got: ”Em bi riya perwerde, ked û xebatê sîstema avakirina aboriyeke civakî li pêş dixin. Me projeyên xwe di aliyê çandî, bazirganî û pîşesazîyê de avakirine û hemû jin tê de dixebitin.”   Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve û heta niha jinê cihê xwe di qada aboriyê de girtiye. Tevî zor û zehmetiyan jinê di aliyê aborîyê de xwe pêş xistiye. Aboriya jinê sal bi sal projeyê berfireh dide avakirin û li ser projeyan kar û xebatê dike. Ji bo ku hemû pêwîstiyên civakê ji ax û destê wan be, aboriya jin bi hemû hewldanên xwe pêdîviyên civaka xwe bi riya projeyan pêk tîne. Derbarê mijarê de Endama Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Xaliya Necar, projeyên aboriya jinê yên ku hatine pêşxistin ji me re pênase kirin û ji me re parve kir.   ‘Li hemberî desthilatdariyê tekoşîneke mezin hate meşandin’   Xaliya li ser qada aborî û zehmetiyên ku di destpêkê de kişandine axivî û ev tişt got: ”Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta niha projeyên ku me weke hereketa jinê bi rêxistin kiribûn pêşketineke baş di hemû aliyan bi xwe re çêkirin. Di destpêka şoreşê de me zehmetî di aliyê avakirin û pêşxistina aborî de kişandin, ji ber zîhniyeta civakê jinên xebatkar qebûl nedikir. Li hemberî desthilatdariyê tekoşîneke mezin hate meşandin, heta ku em gihiştin vê astê ya serkeftinê.  Dema ku sînor li derdora me hatin girtin, jinê xwe berpirsiyar dît ku bi xwe tiştan biafirîne. Jinê êrîşên ku li ser qada aborîyê hatin kirin vala derxist.”   ‘Jin hemû di projeyande cih digirin’   Xaliya bal kişand ser pêşxistinên jinê û avakirina projeyan û wiha domand: ”Ji destpêka jiyanê de jinê  aborî, çandinî û jiyana komînal  pêş xist.  Xwesteka me jî ew bû ku îro em van tiştan vegerînin jiyana xwe û bêhtir  pêş bixin. Di hemû bajar û herêmên ku ji dagirkeriyê hatine rizgarkirin, gavên baş di qada aborîyê de hatine avêtin.  Jinên ku cihê xwe di qada aborîyê de digirin ji ber zîhniyeta civakê ya pergala kapîtalîst rastî zehmetiyan tên. Me jî bi riya perwerde, ked û xebatê sîstema  xwe ava kiriya û aboriyeke civakî  em li pêş dixin. Me projeyên xwe di aliyê çandî, bazirganî û pîşesazîyê de ava kirine û hemû jin tê de dixebitin.”   ‘Me giranî daye projeyên çandiniyê’   Xaliya bal kişand ser projeyên çandiniyê ku di vê sala nû de bi xwestekên hîn bêhtir pêş ve diçin û wiha pê de çû: ”Di aliyê çandiniyê de weke jin me giranî daye projeyên çandiniyê.  Ji destpêkê heta niha projeyên me yên çandiniyê serkeftî ne. Di vê sala nû de  jî em dixwazin bêhtir li ser projeyên çandiniyê bisekinin.  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li Rojava bêhtirî xwe  çandinî tên pêşxistin. Ji bo ku fêkî û zebzeyên me ji ax û welatê me bin gelek komperatîf me dane avakirin yek ji wan jî koperatîfa demsal e ku her sal zebze û fêkiyên demsalê li gorî pêwîstiyan tên çandin û berhemên baş jê derdikevin.  Ev piroje li hemû bajaran me daye çêkirin û niha jî li ser tê  sekinandin.”   ‘Bila xwarinên me ji berhemên destên me bin’   Xaliya bahsa projeyên çandiniyê yê ku tên amadekirin, kir û wiha gotina xwe bi lêv kir: ”Di projeya demsalê de nêzî 250 jin cihê xwe tê de digirin.  Pirojeya demsalê berfireh dibe, em xaniyên sergirtî ji bo zebze û fêkiyên zivistanê didin çêkirin. Me niha dest bi amadekirina sarincên mezin yê depoya zebze û fêkiyan kiriye, da ku em bikaribin fêkiyên çile rakin ji havînî re û yê havînî rakin ji çile re. Her wiha li hemû bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariya cotkariya erdan tên kirin û koperatîf jî tên avakirin. Bila xwarinên me ji berhemên destên  me bin.”   ‘Ji bo bazirganiyê pêwîst e sîstemeka baş were avakirin’   Xaliya diyar kir ku niha bazirganiyên mezin li ser gel tên meşandin ji bo wê pêwîst e qada aborî jê re bibe bersiv û wiha domand: ”Di aliyê bazirganiyê de jî em dibînin ku çawa dewletên xwedî aboriyên mezin xwestine gel bikin qurbaniya berjewndiyên xwe.  Gelek bazirganiyên hegemonîk derketin pêş û li gorî bilindbûyîna rêjeya dolar sîstema xwe ser civakan didin ferizkirin. Ji bo civakê ev êşeke dijwar e.  Em jî weke  Aboriya Jin di vî alî de me xwest em bibin alîkar, ku hemû tişt ji bo alîkarî û pêwîstiyên gel û civakê werin pêşkêşkirin.”    ‘Jin ji bo estetîka mal û malbatê di cihê mobîlya de dixebitin’   Xaliya di nava axaftinên xwe de projeyên pîşesaziyê jî bi bîr xist û wiha got: ”Ji bo estetîka malbatê û xweşkbûna malê me dikaneke mobîlyayê bi navê mobîliya Star ava kiriye û tê de jin dixebitin.  Jin bêhtir tê naskirin ku çawa mala xwe xweşik bike, her wiha  tiştên baş û xweşik ji bo malê diyar bike. Em dixwazin çêkirina hemû emûrên malê yên ji textan li pêş bixin. Dikanên me yên cil û bergan jî li gelek bajaran hene, di wir de jî gel jê razî ne.  Cilên ku em datînin dikanan hemû bi destên jinan tên dirûtin. Em di nava hewildanan de ne ku van projeyên xwe li hemû bajaran çêbikin.”   ‘Li gorî pêwîstiyên demsalê erzaqên  salê tên çêkirin’   Xaliya derbarê çêkirina erzaqên salê de jî projeyên xwe ji me re pênase kir û wiha dirêjî da gotina xwe:” Di aliyê çêkirina konserveyê de, piraniya jinan xwestekên wan hene ku tevlî koperatîfên konserveyê bibin. Her wiha hinek projeyên me yên konserveyê li hinek bajaran hene û jin cihê xwe tê de digirin. Li gorî pêwîstiyên demsalê erzaqên salê tê çêkirin û civak jî jê sûdê digire. Li gelek bajaran xwesteka me heye ku em projeyên xwe yên aborî li pêş bixin, li gorî xweseriya van bajaran jî em ê projeyan saz bikin.”   ‘Di pêşerojê de gelek projeyên me hene’   Xaliya di dawiyê de got ku gelek projeyên wan yên pêşerojê wê bên pêşxistin û wiha bi dawî kir: ”Di aliyê xwedîkirina sewalan de jî projeyên me hene.  Sewalên me hene û jin bi karê xwedîkirina wê radibin.  Ji ber rewşa ku em tê de derbas dibin, ji bo peydakirina goşt û hêkan em niha dest bi avakirina projeya xwedîkirina qaz û mirîşkan li gundan dikin. Di projeyên me yê pêşerojê de jî xwedîkirina qaz, mirîşkan û çandiniya erdan heye.”