'Şoreşa me bi ziman û bi rûniştandina sîstema hevserokatiyê bi ser ket' 2020-11-08 09:04:42   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Ji Rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Efaf Hesekê da zanîn ku sîstema hevserokatiyê sîstema demokrasî û wekheviyê ye û wiha got: "Neqebûlkirina sîstema hevserokatiyê ya ji aliyê ENKS’ê ve zindîkirina hişmendiya baviksalarî, desthilatdariyê û xizmeta dijminatiyê ye. Şoreşa me bi ziman û bi rûniştandina sîstema hevserokatiyê bi ser ket."   Konseya Neteweyî ya Kurdî ya Sûriyeyê  (ENKS) di diyalogên li gel partiyên siyasî yên Kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxwaza rakirina meteryalên bi zimanê Kurdî  kirin. Her wiha daxwaz kirin ku sîstema hevserokatiyê li herêmê rabe. Têkildarî vê mijarê ji Rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê, Efaf Hesekê nirxandin kir.    'Sîstema hevserokatiyê mînareya demokrasiyê ye'   Efaf destnîşan kir ku sîstema hevserokatiyê modela ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihandine hev û bingeha Rêveberiya Xweser ava kiriye û wiha pê de çû: "Îro sîstema hevserokatiyê sînorê pêkhateyekê derbas kiriye û bûye modela demokrasiyê û nûnertiya rast a jinan a li tevahî qadên xebatê. Ne tenê kurd bi vê sîstemê ve girêdayî ne, hemû pêkhateyên herêmê pê ve hatine girêdan.  Ji ber ku di vê sîstemê de mafê her kesî jê re hatiye dayîn.  Nasname, hebûn û xeyalê  her pêkhateyekê tê de pêk hatiye. Di sîstema Hevserokatiyê de jin xwedî roleke girîng bû, ji ber ku jin edalet û wekheviyê dide meşandin.  Jin çewisandina mafê pêkhateyan qebûl nake, îro redkirina sîstema Hevserokatiyê tê wateya ku naxwazin edalet were rûniştandin.  Ji ber dema  ku sîstema hevserokatiyê ne li pêş be, dê desthilatdarî were pêş û mafê gelan were xwarin."   'Şoreşa me bi ziman û bi rûniştandina sîstema hevserokatiyê bi ser ket'   Efaf diya kir ku hebûna ziman  bi hebûna çandê mayinde dibe û wiha bi dawî kir: "Ji bo pêkanîna xewn û xeyalên dapîr û bapîrê me, her wiha avakirina pêşerojek bi çand û nasname bedelên herî giran hatine dayîn.  Îro neqebûlkirina meteryalên zimanê kurdî yaji aliyê kurdan ve, mixabin ev şermeke mezin e.  Em çawa li dijî hebûn û nasnameya xwe derdikevin, em çawa li dijî pêşeroja zarokên xwe û xeyalên xwe derdikevin? Ev yek nayê qebûlkirin, em bi ziman, nasname û çanda xwe hene.  Em ê bişavtinê qebûl nakin. Bila em neyên xapandin, bila em rê nedin şerê birakujiyê.  Bi yekîtî, parastina hebûn û nasnameya xwe em ê bibin bersîv ji hemû pilanên dagirkerî û pişaftinê re. Şoreşa me bi ziman û bi rûniştindina sîstema hevserokatiyê bi ser ket. Şoreşa me bi ziman û bi rûniştandina sîstema hevserokatiyê bi ser ket."