ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2020'Î 2020-11-08 09:00:00   *Endama Baska Jinan a Zehmetkêşanî ya Kurdistanê Şeyda Merûf têkildarî Însiyatîfa Jinên Rojhilata Navîn wiha got:"Em weke jinên Başûrê Kurdistanê li dijî wêran û tundiya li beramberî jinê ne. Bi awayekî yekdengiyê li kêleka rêxistina jinan, kesên serbixwe û kesên ku di aliyê siyasî de kar dikin tevlî kampanyayê bûn." DÎMEN HEYE   *Pûnga ku ji bo gelek nexweşiyan xwedî şîfayeke girîng e di heman demê de ji girtina sermayê û ji kezeba reş jî derman e. DÎMEN HEYE   * Ji Rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Efaf Hesekê da zanîn ku sîstema hevserokatiyê sîstema demokrasî û wekheviyê ye û wiha got: "Neqebûlkirina sîstema hevserokatiyê ya ji aliyê ENKS’ê ve zindîkirina hişmendiya baviksalarî, desthilatdariyê û xizmeta dijminatiyê ye. Şoreşa me bi ziman û bi rûniştandina sîstema hevserokatiyê bi ser ket." DÎMEN HEYE   *Endama Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Xaliya Necar, têkildarî projeyên aboriya jinê yên ku hatine pêşxistin wiha got: ”Em bi riya perwerde, ked û xebatê sîstema avakirina aboriyeke civakî li pêş dixin. Me projeyên xwe di aliyê çandî, bazirganî û pîşesazîyê de avakirine û hemû jin tê de dixebitin.” DÎMEN HEYE   *Bingeha pergala hevserokatiyê di sala 1994’an de ji hêla HADEP'ê ve hat avakirin û HADEP ji sedî 25 kotayê temsîliyeta jinê derxist holê. Pergala hevserokatiyê ya ku niha bûye hedefa îqtîdarê bi bedelên giran û têkoşîna bi salan hat bidestxistin.    *Di erdheja li Îzmîrê ya bi pîleya 6.9 pêk hat de medya,  wekî alava propagandayê ya simulasyoneke bi efsûn kar kir.