Tevî dorpêçkirina polîsan jin meşiyan 2020-11-07 15:31:22   ŞIRNEX - Li Cizîrê bi minasebeta 25’ê Mijdarê li dijî hemû astengiyên polîsan jinan meşa xwe li dar xist. Ayşe Acar Başaran a HDP’yî ku axivî bertek nîşanê dorpêçê da û got: “Ji bo jinek bê parastin ev qas polis kom nabin. Ji ber ku em ji tundiya jinê re dibêjin bes ev astengî tên kirin.”    Tevgera Jinen Azad( TJA) û Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) a Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Hember Jinê ya Navneteweyî li navçeya Cizîr a Şirnexê, meşa ku bê li dar xistin jin ji navçe û bajarên derdorê hatin gel hev. Li ber avahiya HDP’ê ya Cizîrê jinên ku di çarçoveya bernameyê de pêş de kom dibin, rêyên ku tên navçeya Cizîrê hemû ji aliyê polîsan û maşîneyên zirxî ve hatiye dorpêçkirin.          Welatiyên ku tên avahiya Cizîrê ji aliyê polîsan ve ji GBT û sergerandinê de derbas dikin. Polîs  bi taybetî jî destûrê nadin jinên tên avahiya Cizîrê.   ‘Dema jin hatin kuştin hûn li ku derê bûn’   Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, bertek nîşanê dorpêçkirinê da û got rewşa tê jiyîn bêhiqûqî ye. Nuran, bertek nîşanê hêzên çewîk da û wiha domand: “Musa Orhan bû sedema mirina jinekê. Dema Musa Orhan tecawizê jinekê kir hûn li ku derê bûn. Duh li Cizîrê du malbatan şer kirin hûn li kû derê bûn? Ew qas mirov û jin hatin kuştin hûn li ku derê bûn. Niha em li hember van êrîşan û komkûjiyan bername çêdikin û polîs tê. Em tu carî vê qebûl nakin. Ez li vê derê bi tena serê xwe jinekê bibînim jî ez ê neçim.”   Bi çalakiya rûniştinê bersiv dan polîsan   Polîsan, diyar kir ku qeymeqamê navçeyê ji ber ku destûr nedaye meşê ew ê destûrê nedin ku jin meşa xwe pêk bînin. Parlamentera  HDP’ê ya Êlihê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran bi tevî komek jinan jî li Dortyola Cizîrê kom bûn. Li vê derê jî jin rastî astengiya polîsan hatin û ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Jinan li dijî astengiyê li vir dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsên ku destûr nedan meşê, astengiya polîsan nas nekirin û barîqatên polîsan derbas kirin. Li ber avahiya HDP’ê ya Cizîrê jî polîsan  destûr nedan jin bimeşin. Li vê derê jî jinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.   Jinan dorpêça polîsan derbas kirin   Li dijî hemû astengiyan jinan li Dortyolê abluqaya polîsan derbas kirin  û ber bi avahiya Cizîrê ve dest bi meşê kirin. Jinan bi meşê heta avahiya  Cizîrê dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Em xwe diparêzin” berz kirin. Her wiha jinan dovîzên “Komkûjiya jinê re bêjin bisekine”, “Ji tundiya mêr re bes” û “Em xwe diparêzin” bilind kirin.   Piştî dirûşmeyên hatin berzkirin şûnde jinan di bin dorpeçê de daxuyanî dan. Jin ji Mêrdîn û Şirnexê, Parlamenterên HDP’ê Nuran Îmîr û Ayşe Acar Başaran tevlî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî tundiya mêr û dewletê em ê têbikoşin” hat vekirin.   ‘Dewlet nikare hêza jinê bişkîne’   Di daxuyaniyê de Ayşe Acar Başaran a HDP’yî axivî. Ayşe, anî ziman ku li çar aliye Tirkiyê jin di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li qadan berxwe didin û wiha got: “Em wek jin li her qadan xwe diparêzin. Îro li ser axa Kurdistanê jin bi destên dewletê tên qetilkirin. Me îro jî rûyê dewletê dît. Li ser axa Kurdistanê bi destên dewletê jin her roj tên qetilkirin. Bi tenê di meha Cotmehê de 22 jin hatin qetilkirin. Dewlet hêzê dide mêran û komkûjiyê pêk tîne. Ji bo dengê me derneyê pergala xwe ya faşîst dixwazin bi me bidin qebûlkirin. Em ê tu carî gav paşve neavêjin. Em vê zilm û zordariyê qebûl nakin. Em vê zilmê qebûl nakin. Em ê bi têkoşîna xwe vê tecrîdê bişkînin. Em vê gelek baş dizanin lê bila dewlet jî baş bizanibe. Tu kes nikare hêza jinê bişkîne. Em wek jinên kurd li hember vê pergalê jiyanek wekhev ava bikin.”      ‘Li hemberê van jî dê têkoşîn û berxwedana me hebe’   Ayşe, berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna xwîşkên Mirabell û domand: “Îro heman bûyer li bajarên Êlih, Şirnex û gelek bajarên Kurdistanê tên jiyîn. Jin û ciwanan bi tiştên cuda dixwazin bixapînin. Lê wê hêviya wan di qirika wan de bimîne. Gelê kurd heta niha tu carî ji têkoşîna xwe gavek paşve neavêt. Li hemberê van em xwe, jinan, ciwanan û çanda xwe diparêzin. Xwezaya me tune dikin û dixwazin me bê dîrok bihêlin. Li hemberê van jî dê têkoşîn û berxwedana me hebe. Em jin li hember vê siyasetê her roj li qadan û meclîsê li berxwe bidin.”   'Li dijî tundiya mêr û dewletê em li berxwe bidin'   Ayşe, di dawiya axaftina xwe de got ew wek jin bi hev re bi têkoşîna xwe  tecrîda heyî bişkînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser Birêz Ocalan  tecrîda ku dest pê kir li ser jinan jî tê kirin. Heta tecrit neyê şikandin em ê nesekinin. Îro em jinên ku li Gever û Pirsûsê li qadan in slav dikin. Em bi hev re dengê xwe bilind dikin û li hember van êrîşan li berxwe didin. Werin em bi hev re li hemberê van li berxwe bidin. Li Kurdistanê polîtîkayek taybet tê meşandin. Li dijî tundiya mêr û dewletê em li berxwe bidin û xwe biparêzin.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Jinê” hatin berzkirin ve bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê jinan bi tilîlî û stranan govend gerandin.