Leyla Guven: Jin li dijî zihniyeta mêr serî hildidin 2020-11-07 15:05:57   AGIRÎ - Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de li Bazidê starta  çalakiyan hat dayin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku di daxuyaniyê de axivî diyar kir ku jin ne tenê li vir li her derê li ser piyan in û got erê em hen in û jin li dijî zihniyeta mêr serî hildidin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de li Bazidê xwestin bimeşin. Polîsan meş asteng kir û jinan daxuyanî dan. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun, hevserokên şaredariyê û rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP'ê beşdarî daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê ya li Bazidê, bûn.    Li dî TOMA û dorpêçkirina polîsan jinan pankartên bi nivîsê "Ne hewayê îktidarê biguherin","Zimanê min nasnameya min e nasnameya min rûmeta min e","Jin jiyan e jiyanê nekujin" hilgirtin.    Leyla Guven a ku daxuyanî da wiha got:"Em li dijî zîhniyeta baviksalarî serî hildidin. Ev hêza me heye ev cesareta me heye. Loma em ê têkoşîna xwe ya li qadan dewam bikin. Em di çarçoveya kampanyaya 'Em xwe diparêzin' de têkoşîna xwe ya li qadan didomînin. Di şexsê jinê de qirkirin pêk tên. Li ser erdnîgariya Kurdistanê talan pêk tên. Li Cizîrê, Sûrê, Heskîfê polîtikayeke hilweşandinê ket meriyetê. Li dijî vana li dijî her mijara ku me dike hedef em li berxwe didin."   'Jin li her derê cîhanê serî hildidin'   Leyla da zanîn ku jinên li Agiriyê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane bi bîr xist û wiha got:"Kesên li dijî jinan sûc dikin ji aliyê dewletê ve tên parastin. Bi destên medya û darazê ev kes tên parastin. Bersûc ji vê sîstemê cesaretê digirin. Bi devê îktidarê dibêjin 'Tu wekî jinekê huş be'. Her roj bi zimanê xwe yên zayendperest hewil didin tundiya li ser jinê rewa bikin. Jin ne tenê li vir, li her derê cîhanê serî hildidin. Bi Reqsa Las Tesîsê, li dijî DAÎŞ'ê li Rojava jin li her derê serî hildidin. Erê em hene û em ê li dijî zîhniyeta mêr serî hildin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî","Em xwe diparêzin" bi dawî bû.