Jinên HDP'yî starta 25'ê Mijdarê dan 2020-11-07 14:45:30   ENQERE - Meclîsa Jinê ya Enqereyê ya HDP'ê bi munasebeta 25'ê Mijdarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ew ê li dijî polîtîkayên dijminatiyê li her derê têkoşîna xwe bikin.    Meclîsa Jinê ya Enqereyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya partiya xwe starta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinê ya li Dijî Tundiya li ser Jinê bi daxuyaniyekê da. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Li dijî tundiya mêr-dewletê em têkoşînin" bi kurdî û tirkî hat hildan.    'Em ê li her derê jiyanê bi hev re bin'   Berdevka Meclîsa Jinê ya Enqereyê ya HDP'ê Zeyno Bayramoglu di daxuyaniyê de wiha got:"Di pêvajoyeke tundiya jinê zêde dibe de em ê li her derê jiyanê bi hev re bin. Em jin hem li dijî qeyûman, hem jî li dijî tundiya bi pandemiyê re zêde bûye têdikoşin. Li Tirkiyeyê destdirêjî, tundî, îstismara li dijî jinê bi awayekî sîstematîk dewam dike. Mêr bi hêza ji hev û dewletê digirin wiha dikin. Kuştinên jinan polîtîk e loma dive em bi seknek polîtîk li dijî vê yekê bisekinin. Êrîşên îktidarê yên li dijî jinê naqedin. Loma divê têkoşîna me jî neqede. "   Daxuyanî bi dirûşmên "Em natirsin, bêdeng namînin, serî natewînin","Jin jiyan azadî" bi dawî bû.