TAJÊ: Ji derveyî azadiyê rêyeke din tune ye 2020-11-07 11:59:23   ŞENGAL - TAJÊ têkildarî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya li ser Şengalê hate îmzekirin daxuyanî da.    Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya li ser Şengalê hate îmzekirin li Bajaroka Sinûnê ya Şengalê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de TAJÊ bal kişand ser peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de û anî ziman ku ev peyman ew ê berdewamiya fermana li ser Şengalê be.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Ev pêvajo bi şerê PDK'ê tê meşandin. Tê xwestin têkoşîna jinê têk biçe û fermaneke nû bi ser me de bînin. Kesên ku di fermana 3'yê tebaxa 2014’an de reviyan dixwazin dest deynîn ser Şengalê. Lê ev hizbên ku li ser masê rûdinên û biryara li ser me didin bila vê yekê bizanibin ku me Şehîdên xwe ji bîr nekirine. Ezidî vê yêke tu carê qebûl nake û şehîdên xwe yên fermanê ji bîr nakin. Em tu carî jinên di encama êrişên DAÎŞ'ê de hatin girtin û li sûkan hatin firotin ji bîr nakin.    Ev 6 sal in bi keda xwe û bi fikrê azadiyê em xwe diparêzin. Em weke TAJÊ her tim xwe diparêzin û em ê her tim xwe biparêzin. Em bûne xwedî îrade ku xwe bi rê ve dibin. Ji derveyî vê em rêveberiyeke din qebûl nakin. Ax, welat, rûmet û îradeya xwe em diparêzin. Em tu hêzeke din qebûl nakin ku derbasî ser axa Şengalê bibin. Bi rê û rêbazên cuda dixwazin tevliheviyê çê bikin û şerekî taybet bidin meşandin.  Îro me ji dîroka xwe tecrubeyeke mezin bi dest xistiye loma em nahêlin van biryar û lîstokên wan yên qirêj pêk bên.   Em weke jin îro li ser piyan in û em ê her tim li ser piya bin heta ku Şengal bigihejê xweseriya xwe. Em vê baş dibînin ne pêşmerge ne jî dewleta tirk a dagirker hêz û hebûna me hesap nekirine. Bi van tifaqên qîrej dixwazin werin û Şengalê dagir bikin. Îro li Şengalê meclis, sazî, rêxistin û hêza me ya leşkerî heye û pewîstiya me bi yek hezên din nîne.   Em derveyî hêza xwe tu hêzeke din qebûl nakin. Erka me esasî xwedîderketina ax, ol û Şengalê ye. Pêngava dem dema azadiyê ye. Em wekî TAJê dibêjin ji xeynî azadiyê rêyeke din tune ye. Heta ku ev tifaq hebe em ê her tim li ser piya bin û têkoşîna xwe mezin bikin."