Girtî ji derve neçarê serjimêriyê tên kirin 2020-11-07 10:48:31   MÊRDÎN - Li girtîgehan binpêkirina mafên girtiyan her roj bi mijarek nû re dibe rojev. Vê carê jî girtî bi gefan neçar tên hiştin ku ji derve serjimêriya wan pêk were. Girtiyên li dijî van nêzîkatiyan bertek nîşan didin jî cezayê disiplînê li wan tên birîn.    Bi hinceta şewba Kornoyê (COVİD-19)  girtî ji derve neçarê serjimêriyê tên kirin. Ji ber ku girtîgeh qadek girtî ye wan neçarê derketinê dikin. Girtiyên ku vê yekê erê nakin her roj “ji bo gardiyan karê xwe bikin” daxwazname amade dikin. Lê daxwaznameyên tên nivîsîn vedigerin cezayê disiplînê û girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin.     Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) ya Mêrdînê Hasîbe Mangirkonak û çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn jî yek ji wan kesan in ku ruxmê tenê 2 kes in jî ji derve neçarê serjimêriyê tên kirin.   ‘Cezayê dîsîplînê didin jinan’   Girtiyên bi navê Elîf Denîz, Melek Evren, Ronahî Sirdaş û Filîz İşik ên ku di heman koguşê de diman piştre êdî du kes di koguşekê de man. Ruxmê ku 2 kes di koguşekê de ne jî ji aliyê gardiyanan ve ji derve serjimêriya wan tê kirin. Li gorî agahiyên me ji parêzerên girtiyan girtine, di rewşa asayî de pêwîst e ku serjimêriya girtiyan di hundirê koguşan de pêk were. Lê korono hincet tê dîtin û serjimêrî ji derve tê kirin. Girtiyên ku vê yekê erê nakin her roj daxwazname dinivîsin. Lê daxwaznameyên tên nivîsîn vedigerin cezayê disiplînê û girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin. Jin ruxmê hertiştî berteka xwe nîşa dikin û dernakevin derve.”     ‘Yekgirtina jinan hêzê dide me’   Li ger van yekan pêwîstiyên girtiyan yên tendirustiyê jî esas nayên girtin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) ya Mêrdînê Hasîbe Mangirkonak nexweşiya wê ya nefestengîyê û Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn jî nexweşiya penceşêrê pê re heye, ji ber vê sedemê ew pirsgirêkên mezin dijîn. Pêwîstiyên wan yên rojane û tenduristiyê nayên bicihanîn.  Herdu girtiyên ku di heman koguşê de tenê dimînin bi hev re dibin alîkar û bi vî rengî îdare dikin. Jinan bi riya parêzeran peyam şand û gotin em bi hêza ku yekgirtina jinan dide me li ser piyan in.   Hîna îdaname nehatiye amadekirin   Hasîbe Mangirkonak a di 27’ê Kanûnê de hatiye girtin ruxmê ku 11 mehên wê derbas bûye ji hîna îdanameya wê nehatiye amadekirin. Dozgerên ku bi îdanameyê re eleqeder dibin dibêjin lezgîniya amadekirina wê tune ye. Lê Hasîbeya nexweşiyên wê yên weke dil û nefestengîyê heye gelek caran rakirine nexweşxaneyê. Sevîl Rojbîn a îşkence lê hatiye kirin jî bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.