'Ji ber derûniya erdhejê vîrûsê piştguh dikin' 2020-11-07 09:04:52   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Piştî erdhejê li gelek deveran kon hatin vedan lê ji ber kêmbûna derfetên hijyen û tenduristiyê şêniyên Îzmîrê bi xeteriya vîrûsa koronayê rê rûbirû man. Kedkarên tenduristiyê diyar kirin ku li dijî belavbûna vîrûsê divê mexdûrên erdhejê li xaniyan bên bi cih kirin.    Di erdheja ku di 30'ê cotmehê de pêk hatî de 114 kes jiyana xwe ji dest da. Gelek avahî hilweşiyan û gelek avahî jî ji ber xetereyê hatin valakirin. Bi hezaran şêniyên Îzmîrê niha li konan jiyana xwe didomînin. Aliyek vîrûsa koronayê û aliyek jî erdhej bû tirsek mezin di nava şêniyên Îzmîrê. Tedbîrên ku li dijî belavbûna vîrûsê dihatin girtin bi derûniya erdhejê têk çûn. Ligel alîkariyên sazî û dezgehên sivîl ên bajarên din sazî û dezgehên Îzmîrê jî li gorî derfetên xwe yên heyî xizmetê didin şêniyan. Bi hevkariya Zanîngeha Ege û Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê bijîşkên dildar şev û roj di nava şert û mercên ne baş de nobedê digirin û xizmetê didin şêniyên mexdûr. Bijîşka Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê Sîbel Ersîn û Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şaxa Îzmîrê Nursel Yucesoy, ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser zehmetiyên kar.    Sîbel, destnîşan kir ku ji bo nexweşan bişînin dezgehên tenduristiyê li vir konek hat vedan û got: "Di kona ku hatî vedan de piştî bangewezayî nezî 40 bijîşk bi dildarî dest bi xebatê kirin. Li gel kêmasiyên heyî em organîsazyonê dikin. Em navan kom dikin, nexweşên kronîk tespît dikin û nexweşan re dermanan dişînin. Em tansiyona nexweşan bi pergalî digirin. Em hêdî hedî kêmasiyên organîzasyona xwe ji holê dakirin."   'Vîrûsa Koronayê piştguh dikin'    Sîbel, di axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên nexweşên koronayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo nexweşên vîrûsa koronayê tualet tunebû niha ev kêmasî me ji holê rakir. Niha me nexweşên koronayê ji nexweşên din veqetand. Ji ber ku welatî bi depremê bi bandor bûne vîrûsê piştguh dikin. Bêyî maske û bê paratin di nav bera konan de diçin û tên. Em hewl didin ku derbarê ve mijarê de xebatek bidin destpêkirin. Konên ku nexweşên koronayê hene ekîbên fîlyasyonê hatin û testên wan kesan kirin. 2 roj beriya niha li 2 konan test pozîtîf derketin. Konên ku nêzî wan konanbûn hatin valakirin."   'Cihê ku em dimînin bi pirsgirêk in'   Sîbel, diyar kir ku ji ber hatin û çûyina konan nikarin tespîta nexweşan bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber surkilasyona di navbera konan de em nikarin tespîta nexweşan bikin. Cihên ku em dimînin û kar dikin jî bi pirsgirêk in. Ji ber ku kon li ser erdekî xalî hatiye danîn û li gorî baranê nehatine amadekirin. Êvarê di nabedan de li konan sobe nayên pêxistin. Ev tişt jî dibe sedema grîp ê jî. Dema em bi erdhejê re têdikoşin em bi heman demê ji koronayê re jî têdikoşin.    'Di navbera konan de mesafe nehatine hiştin'   Nûrsel jî di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên SES'ê û wiha got: "Hêj pandemî hebû bandora wê giran bû niha jî erdhej derket holê. Ligel her tiştî em dîsa hewl didin ku xizmetê bidin welatiyên xwe. Ji hêla AFAD û saziyên sivîl ve kon hatin vedan, lê belê di navbera konan de mesafe zêde nehatibûn hiştin. Ev tişt bû sedema kaosê. Sazî cihên xwarinê vekirin lê welatî bê maske û bê parastin diçin. Li vir qelebalixiyek zêdê çêdibe. Ev tişt dibe sedema zêdebûna nexweşên koronayê. Di her konê de 4 û 5 kes dimînin."   ‘Me koordînasyona navendî ava kir'    Nûsel, da zanîn ku gelek navêndên tenduristiyê ji ber erdhejê xesar dîtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me wekî Platforma Şaxên KESK'ê navenda koordînasyonê ava kir. Em li vir bi mexdûrên erdhejê re di nava têkiliyan de ne. Hewcedarî ji hêla şaredariya Bayrakliyê ve tê kirin."